Şandeya jinan li Swîsreyê hevdîtinên xwe dewam dike

  • 10:57 2 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Duh şandeya jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek li bajarê Sankt Gallen a Swîsreyê li darxist û tê de rewşa Rojava, geşedanên li Sûriyeyê di nav de rewşa jinan nîqaş kirin.
 
Şandeya jinan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di destpêka meha Îlonê de ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyeyê di nav de geşedanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa jinan bi giştî, berê xwa da Ewropayê.
 
Piştî ku şandeyê li gelek bajarên Ewropayê bi siyasetmedar, çalakvan, rêxistinên mirovî û hiqûqî û gelê Kurd ên li Ewropayê re civiyan, li Swîsreyê hevdîtinên xwe dewamkirin.
 
Rewşa Sûriyeyê û geşedanên dawî hatin nîqaş kirin
 
Şandeyê panelek li bajarê Sankt Gallen a Swîsreyê li darxist. Di panelê de parlamenter û aktîvîstên jin û gelê Kurd cih girtin. Nêzî 2 seatan ev panel berdewam kir û tê de beşdarvanan rewşa Sûriyeyê di nav de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa jinan û tecrûbeyên wan, her wiha sîstema nenavendî û demokratk a ku divê li Sûriyeyê bi giştî bê rûniştandin bi şandeyê re nîqaş kirin.
 
Şande ji endama rêveber a Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û berdevka Yekîtiya Jinên Suryan Jorjet Bersum pêk tê.