Li Rojhilat û Îranê 17 jin û 8 zarok hatin qetilkirin

  • 15:04 1 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna ku ji aliyê NûJINHA'yê ve hatiye kirin hat diyarkirin ku  Rojhilatê Kurdistan û Îranê  di mehekê de 17 jin û 8 zarok hatine qetilkirin, 13 jin û 3 zarok bi awayekî guman mirine û 7 jin ji aliyê dewleta Îranê ve hatine darvekirin.
 
Tundiya li dijî jinan bi şêwazên xwe yên cuda, mîna yek ji pirsgirêkên herî giran ên civaka hemdem tê hesibandin. Di nava van şêwezan de, qetilkirina têkildarî zayendî û xwekuştinên jinan mînakên herî wêranker in. Ev ne tenê ji bo kesan û malbatan encamên wêranker ava dike, di heman demê de bandorê li avahiyên civakî, çandî û heta aborî jî dikin. Lêkolîna van herdu diyardeyan nîşan dide ku newekheviyên zayendiya civakî, zextên çandî û civakî, tundiya navmalî, nebûna parastina qanûnî û mekanîzmayên piştgiriyê yên qels, dibin sedema lawazbûna jinan.
 
Ajansa Jinan a NûJINHA'yê  diyar kir ku ew her meh, derbarê cînayet û îdiaya xwekuştina jinan û sedemên wan de raporek îstatîstîkî amade dikin. Di çarçoveya vê raporê de, di meha Îlonê de 17 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 13 jin û 3 zarok jî bi awayekî guman mirin û 7 jinên ku bi sucên cûda dihatin darizandin ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.