ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2025'AN

  • 09:00 1 Cotmeh 2025
  • Rojev
 
*Derhêner Ayşe Polat, Mîhrîcana Fîlman a FîlmAmed ku juriya wê bû, tevlibûna jinan nirxand û got: “Jin di fîlmên xwe de destpêkên otobiyografîk dikin. Lê di encamê de rewşa kolektîf vedibêjin û ev nêzîkatiyek wêrek e.” DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka OHD’a Wanê Hatîce Bagci bang kir ku divê KWKE prosedura binpêkirinê bide destpêkirin û got: “Azadiya Birêz Ocalan di heman demê de pêşiya aştî û siyaseta demokratîk jî vedike. Ev pêvajo bi sererastkirinên qanûnî, ewlehiya hiqûqî pêkan e.” DÎMEN HEYE 
 
*Di sekotora taybet de mobînga li ser jinan her diçe zêde dibe. A. ya ku bi salane di sektora taybet de dixebite wiha got: “Sedema girtina kar a jinan xuyabûna derve ya jinê ku zêdetir bala muşteriyên mêr bikşîne. Yanî hesteke ku wek tê bikaranîn ava dibe. Jin wek alav tê bikaranîn.” DÎMEN HEYE