
ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2025'AN
- 09:00 31 Tebax 2025
- Rojev
* Bi minasebeta 1'ê Îlonê li Wanê meş tê lidarxistin. Jinan ji bo tevlîbûna meşê bang li jinan kirin û gotin: "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, ji bo azadiya girtiyên nexweş û siyasî, ji bo naskirina zimanê dayikê û li dijî binpêkirina mafan, divê xelkê Wanê dakevin qadan." BI DÎMEN
*Gulşen Ozer got ku ji 27'ê Sibatê vir ve li gelek bajaran li ser Civaka Demokratîk û pêvajoya aştiyê xebata xwe dimeşînin û diyar kir ku 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê, dê bibe encama van hewldanan. DÎMEN HEYE
*Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê Cevahîr Agarli,, diyar kir ku pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bi her kesî re hêvî çêkiriye û ji dewletê xwest ku di zûtirîn dem de gavên berbiçav bavêje. DÎMEN HEYE