
Di rêjeya welidînê de, di rêza çaremîn de ye lê beşa welidîna jinê tuneye !
- 09:04 28 Tîrmeh 2025
- Tenduristî/Werzîş
MÛŞ - Sekretera Jinan a SES'ê ya Mûşê Sevda Arslan der barê pirsgirêkên nexweşxaneya dewletê ya Mûşê de axivî û got Mûş di rêjeya welidînê de di rêza çaremîn de ye lê beşa welidîna jinê tuneye û got xizmetên tenduristiyê qels in.
Li seranserê Tirkiyeyê krîz her diçe giran dibe û herî zêde jî bandorê li qada tenduristiyê dike. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê, qelsiya xebatkaran, binesezî û pirsgirêkên pergala randevuyê bi awayekî cidî nexweş û kedkarên tenduristiyê dide zorê. Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) Sevda Arslan der barê mijarê de axivî û got tenduristî êdî ne maf wek luks tê dîtin.
‘Pêvajoyên dermankirinê bi sînor e’
Sevda Arslan da zanîn ku Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê di mijara xwegîhandina tenduristiyê de qels dimîne û di vir de bandora aborî û erdnîgarî pir zêde ye. Sevda Arslan wiha got: “Nexweş nikarin randevuyê bigirin. Sewqên ji bo derve pir zêde ne. Profîla nexweşan pir cuda ne. Xwegîhandina nexweş û bûyeran zehmet e. Ji ber vê gelek kes sewqê bajarên din tên kirin. Hejmara doktoran kêm e. Pêvajoya dermankirinê bi sînor e. Ji ber vê jî teşhîskirina nexweşiyan û dermankirinan bi sînor e.”
‘Jin nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê’
Sevda Arslan da zanîn ku bi taybet jin nikarin xwe bigihînin mafê xizmeta tendirustiyê û got: “Nikarin randevuyan bibînin. Ji ser MHRS’ê jî nikarin bibînin. Li nexwşxaneyan dikevin dorê. Sibehê saet di 04.00’an de tên dikevin dorê. Hejmara xebatkaran jî kêm e. Nexweşên ji herêmên dûr tên zehmetiyên mezin dişînin. Mirovên ji cihên dûr tên carekê du caran tên piştre dest jê berdidin. Dibêjin em randevuyê nabînin û her tim taloq dikin.”
‘Di nexweşxaneyê de beşa welidîna jinê tuneye’
Sevda Arslan balkişand ser qelsiyên di pergala tenduristiyê ya li Mûşê de û ev tişt anî ziman: “Di nexweşxaneya dewletê ya Mûşê de beşa welidînê ya jinan tuneye. Li welat Mûş di alî welidînê de di rêza çaremîn de ye. Lê mixabin serwîsa welîdîna jinê tuneye. Beşek ji bo jina tuneye. Li nexweşxaneyan ji her branşê doktor jî tuneye. Nexweşxaneya me bi rastî jî qels e. Her wiha divê perwerdehiyên plansaziya malbatê jî bên kirin.”