ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2025'AN

  • 09:00 28 Tîrmeh 2025
  • Rojev
 
*Hevseroka DEM Partî ya Colemêrgê Evîn Tan der barê civînên di kampanya ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ ya DEM Partiyê de pêk tên nirxandin kir û wiha got: “Li Colemêrg û navçeyên wê nêzî 70 civînên gel me pêk anîn. Em ê di nava gel de bin. Divê partiyên siyasî, STK û hemû kes xwedî li pêvajoyê derkevin.” DÎMEN HEYE 
 
*Parêzer Ozum Vurgun der barê pêvajoya hiqûqî de nirxandin kir û got: “Divê beriya her tiştî qanûna TMK’ê bê rakirin. TMK hiqûqa ceza dijmin datîne holê û bi aşkra dikare bê bikaranîn û kes li gorî îdeolojiya xwe dikarin bikar bînin. Ji ber vê divê di serî de ev bê rakirin.” DÎMEN HEYE 
 
*Sekretera Jinan a SES'ê ya Mûşê Sevda Arslan der barê pirsgirêkên nexweşxaneya dewletê ya Mûşê de axivî û got Mûş di rêjeya welidînê de di rêza çaremîn de ye lê beşa welidîna jinê tuneye û got xizmetên tenduristiyê qels in. DÎMEN HEYE 
 
*Hat zanîn ku li deverên daristanî yên gundên Pakîre û Hopîkê yên navçeya Xozatê bi destê kesî AKP’yî Pakî Bozkurt birîna daran a berfireh pêk hatiye. Her çend dîmenên ku ji hêla ajansa me ve hatine kişandin wêrankirina xwezayê dide berçavan. DÎMEN HEYE