Şandeya Îmraliyê vegeriya

  • 16:35 25 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girtîgeha Îmraliyê vegeriya.
 
Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) piştî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anî, ji Giravê vegeriya.
 
Di şandeyê de Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan, Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar û Ozgur Erol ê ku yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ye, cih girtin. Civînê saet di 10'ê sibehê de dest pê kir û dora 6 saetan dewam kir.
 
Tê payîn ku şandeyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.