Di qetilkirina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin

  • 16:34 19 Tîrmeh 2025
  • Rojane
STENBOL - Polîsê bi navê Î.U.U. yê li ser peywirê ye têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz hat binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Ayşe Tokyaz a li Stenbolê ji aliyê polîsê berê Cemîl Koç ve hat kuştin de, polîsek hat binçavkirin. Polîsê bi navê Î.U.U. yê ku hat diyarkirin li ser peywirê ye, piştî prosedurên li emniyetê sewqî edliyeyê hat kirin.
  
Ayşe Tokyaz a 22 salî ya ji Kuçukçekmece ya Stenbolê, ji aliyê destgirtiyê xwe yê berê yê polîs Cemîl Koç ku dixwest jê veqete, hat kuştin û ew xistin valîzekê, ku dûre li aliyê rê yê li taxa Eyûpsûltanê hat hiştin. Xwişka wê Esra Tokyaz diyar kir ku Ayşe Tokyaz rastî tundiyê hatiye û gelek caran gilî kirine. Piştî ku cînayet eşkere bû, Cemil Koç û 6 gumanbar hatibûn binçavkirin.
 
Dema faîl sewqî adliyeyê hatin kirin dîmenên di valîz de birina cenaze derketibûn holê. Cemîl Koç û 6 kes hatibûn girtin.