
Tenduristî û Hevgirtî di Atolyeya Deterjanên Xwezayî de
- 11:56 18 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED - Jinên ku li Navenda Piştgiriya Jinan a girêdayî Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê hatin ba hev, atolyeyek bi armanca parastina tenduristiya mirov û hawirdorê li dar xistin. Di "Atolyeya Çêkirina Deterjanên Xwezayî û Paqijiyê" de, amadekirina berhemên paqijiyê yên bê kîmyewî ku bi hêsanî li malê têne çêkirin, bi awayekî pratîkî hate nîşandan.
Di atolyeyê de bal kişandin ser bandorên neyînî yên deterjanên kîmyewî yên li bazarê zirarê hem dide tenduristiya mirovan hem jî dide hawirdorê. Beşdaran anîn ziman ku alternatîfên xwezayî tenê sûdmendiyê nade tenduristiyê, lê di heman demê de tevkariyê dide aboriya malbatan jî.
Têkiliya Xweza û Keda Jinan
Atolye ne tenê bi agahiyên pratîkî sînordar ma. Di çarçoveya xebatan de, têkiliya di navbera serdestiya li ser xwezayê û zextên li ser keda jinan de jî bi kûrahî hate nîqaşkirin. Bi vî awayî, rola jinan di parastina çavkaniyên xwezayî û nirxandina keda jinan de hate ronîkirin.
Beşdaran derfet dîtin ku bi hev re fêr bibin, ezmûnên xwe parve bikin û hevgirtina xwe xurtir bikin. Atolyeyê ne tenê çêkirina deterjanên xwezayî fêrî beşdaran kir, lê di heman demê de hêza jinan di jiyana civakî de û girîngiya yekîtiya wan careke din bi bîr xist.