Ji ser erdan heta malê barê kar: Em beramberê keda xwe nagirin

  • 09:05 10 Tîrmeh 2025
  • Ked/Aborî
SEMSÛR- Jinên sibehê zû diçin nava erdên titunê diyar dikin ku 9 saetan li nava erd dixebitin û dawiya rojê jî 800 TL digirin. Jinan gotin ev pere jî têrî tu hewcedariyeke wan nake.
 
Li Tirkiyeyê bihabûn her diçe zêde dibe. Rapora ‘tabloya aborî ya 2024-2024'an a Tirkiyeyê’ ya Federasyona Yekitiya Bikarhêneriyê  xizaniya 10 salan danî holê. Di rapora hat amadekirin de giraniya bêdadiyê derket holê. Krîza aborî ya her diçe giran dibe, welatî anîne asta ku nikarin hewacedariyên xwe bigirin.
 
Li aliyê din ji bo jinan qada îstîhdamê nayê vekirin û ji ber rolên zayenda civakî, jin ligel barê kar, bi karê malê,lênerîna zarokan re eleqeder dibin.
 
Li Semsurê jinên di saetên sibehê de diçin nava erdên titûnê rojê 9 saetan dixebitin. Dema ji nav erd vedigerin jî bi karên malê û lênerîna zarokan re eleqeder dibin.
 
‘Ez  ji neçarî zarokên xwe dihêlim û diçim nav erd’
 
Fatma Dogan da zanîn ku xaniyê wan di erdhejê de xera bûye û di kirêde dimînin. Fatma Dogan wiha vegot: “Her roj zarokên xwe dihêlim û diçim nava erd. Zarokên min biçûkin. Dema sibehê radibin dixwazin ez ligel wan bim. Zarokên min digirîn naxwazin ez biçim. Lê ji neçarî diçim. Em ji nava erd tên em bîhna xwe jî venadin. Em bi karên malê re mijûl dibin.”
 
‘Em rojane 800 TL digirin’
 
Jina bi navê Aysel Yaylagul jî wiha anî ziman: “Ji bo zarokên xwe bidim xwendin karkeriya demsalî dikim.Lê em beramberê keda xwe nagirin. Em ji nava erd tên ava me nayê. Wek jinekê hem li nav erdan hem li malê kar dikim. Min li nava erdan du zarokên xwe mezin kirin. Em hewl didin jiyana zarokên xwe xilas bikin. Em 9 saetan dixebitin 800 TL digirin. Lê bi vî pereyî tiştek nayê girtin.”