KASED û TJA'yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

  • 18:25 1 Hezîran 2025
  • Rojane
AMED - KASED û TJA li gundê Zirkav bi zarokan re hatin gel hev û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
 
Komelaya Çand Huner û Wêjeyê(KASED) û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarcoveya Cejna Zimanê Kurdî de li gundê Zirkav a Erganî ya Amedê bi zarokan re hatin gel hev bername pêk anî. Hevseroka DBP'a Erganiyê Fatma Aslan' Hevseroka DEM Partî ya Erganiyê Sunduz Akça Kaya, Hevsaredara Erganiyê Birsen Azak Bayar û gelek kes tevli bûn. Di bernamayê pirtûk diyariyê zarokan hatin kirin û derbarê ziman de agahdarkirin hat kirin.
 
Bername bi gerandina govendê bidawî bû.