ROJEVA 29'Ê GULANA 2025'AN

  • 09:00 29 Gulan 2025
  • Rojev
 
*Pêvajoya ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de kir şûnde destpê kir, didome. Lê hîna ji aliyê dewletê ve tu gav nehatiye avêtin. Jinan pêvajo nirxandin û diyar kirin ku divê dewlet êdî li alî aştiyê gavê bavêje. DÎMEN HEYE
 
*Bi armanca piştgiriya tevlibûna aktîf a civakê ya zarokan û herwiha ji bo ku zarok bibin kirdeya jiyana civakî Meclîsa Zarokan hat vakirin. Bi meclîsê re wê zarok fikr û nêrînên xwe bi awayekî azad îfade bikin. DÎMEN HEYE
 
*Mirinên biguman yên jinan zêde dibin û daraz jî gumanbaran diparêze û çanda becezahiştinê giran dike. Pergala edaletê, tundiya li ser jinan ji nedîtî ve tê. Parêzer Hatîce Demîr diyar dike ku daraz ne jinê, pêşeroja gumanbar esas digire.
 
*Jinên Partiya Çep a Keskan diyar kirin ku ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin û wiha gotin: “Bêguman pêvajo girînge. Lê pêvajo bi du aliyên maseyê nayê meşandin. Di vir de hevkariya çep girînge.” DÎMEN HEYE
 
*Eylul Ozgultekîn der barê "mafê hêviyê" yê ku divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê de axivî û got: “Pêkanîna mafê hêviyê tê wateya astengiyên li pêş pêvajoyê bê rakirinê ye. Di heman demê de wê civak gotina xwe bi rehetî bibêje ye.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka KESK’ê Ayfer Koçak da zanîn ku pêvajoyên pevçûnan de têkoşîna kedê nayê dîtin û got: “Butçeya ji şer re tê veqetandin, divê ji qada cemawerî re bê veqetandin. Bidawîbûna şer wê şansê hatina gel hev têkoşîna hevpar a kedkar û karkeran zêde bibe.” BI DÎMEN 
 
*Jinên ku beşdarî Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bûn diyar kirin ku konferans ji bo jinan serketî bû û peyam dan ku wê jin bibin kirdeya pêvajoyê. BI DÎMEN