
HDK’ê bernameya Newroza 2025’an aşkera kir
- 13:09 11 Adar 2025
- Rojane
STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû Deklarasyona Newrozê li Stenbolê xwend û got: “Cewhera Newrozê îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e. Newroz îfadeya ziman, reng û baweriyên cuda ye ku li ser jiyaneke wekhev û hevpar dicivin.”
Deklarasyona Newroza 2025’an ku dê bi pêşengtiya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) bi dirûşma “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo azadiyê” were pîrozkirin, li Stenbolê tê aşkerakirin. Deklarasyon, li hotêleke li navçeya Beyoglûyê tê aşkerakirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Li eywana deklarasyon lê tê xwendin pankarta “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo azadiyê” hate daliqandin.
Deklarasyona Newrozê ji hêla Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû ve hate xwendin.
Alî Kenanoglu destnîşan kir ku Newroz, ji bo gelê Kurd navê berxwedan, azadî û zayînê ye û wiha vegot: “Her çiqas dewlet hewl didin vê wateyê bixin nava çarçoveyeke teng jî, rastiya Newrozê berxwedan û azadî ye. Gelê Kurd bi sedsalan têkoşîna xwe di agirê Newrozê de geş kiriye, di vî agirî de hebûn, berxwedan û azadiya xwe nîşan daye. Newroz îro îfadeya herî xurt a meşa azadiya gelê me ye. Ji ber vê yekê her dengê ku ji qadên Newrozê bilind dibe, her agirê ku tê vêxistin, her strana ku tê gotin, her govenda ku tê girtin îradeya parastina azadiya me ye.
Em ê banga Ocalan bi Newrozê bikin yek
Wateya herî mezin a zindîkirina ruhê Newrozê îro di çarçoveya azadiya gelê Kurd de berfirehkirina têkoşîna aştî û civaka demokratîk e. Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelan ji bo avakirina jiyana hevpar û aştiya bi rûmet dîsa bangeke dîrokî û xurt kir. Em ê vê banga Rêberê Gelan bi heqîqeta azadiyê ya Newrozê re bikin yek û careke din nîşan bidin ku em dikarin bi hev re jiyana azad û wekhev ava bikin.”
Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Alî Kenanoglu di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em îsal Newrozê bi şîara Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk pîroz dikin. Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan e. Bi sedsalan e ku gel û bawerî rastî her cure êş û azaran hatine. Di nav gelan de êş û azarên herî mezin jî gelê Kurd kişandiye. Sedema êşa Kurdan a ku di nava dîrokê de ava bûye, zagonên înkarê yên nûjenkirî û polîtîkayên desthilatdaran yên li ser civakê ne. Ji bo ku înkarkirina gelan bi dawî bike, dawî li polîtîkayên çewisandinê bîne û civaka demokratîk ava bike, Rêberê Gelan berpirsyariyeke dîrokî digire ser milê xwe. Ji bo ku bikare vê berpirsiyariya dîrokî bi cih bîne, divê demildest azadiya fîzîkî û şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelan bê misogerkirin. Dabînkirina şert û mercên xebatê yên hêza 'Teorîk û Pratîk' ji pêdiviyeke takekesî zêdetir erka bicihanîna berpirsiyariya civakî û siyasî ye.”
Şoreşa jinan bi feslefeya ‘jin jiyan azadî’ bûye agirê Newrozê
Alî Kenanoglu da zanîn ku divê ev banga jiyaneke adil û wekhev a gelan, baweriyan, jinan, ciwanan, zarokan, kedkaran û teqawidan divê bi ked û têkoşîna her kesî bê bilindkirin. Alî Kenanoglu wiha dirêjî dayê: “ Azadî û şoreşa jinan a ku bi têkoşîna Rehşanan, Ronahiyan, Zekiyeyan, Bêrîvanan vejiyaye, îro jî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bûye agirê Newrozê. Têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên mêtinger ên şerê taybet, li djî desthilatdariya mêrperest û netew-dewlet dê di avakirina aştî û civaka demokratîk de berpirsyariya herî mezin bigire ser milê xwe û civakîbûna aştiyê birêxistin bike û biparêze.Şoreşa Rojava ronkahiya îro ya ruhê azadiyê yê Newrozê ye. Pergala demokratîk a ku li Rojava hatiye afirandin, civaka neteweya demokratîk a li ser esasê azadiya jinan û wekheviya azad a gelan hatiye avakirin. Pergala Rojava weke Newrozê sembola berxwedan û zayînê ye. Lê mayîndekirina van destkeftiyan û misogerkirina siberoja gelê me tenê bi berfirehkirina têkoşînê pêkan e. Mîna agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim pêxist, îro jî rêya parastina şoreşa Rojava, bilindkirina meşaleya têkoşînê ye.”
Civaka demokratîk û aştiya bi rumet bi rihê Newerozê mezin dibe
Di berdewamiya dawiyê de ev tişt hatin gotin: “Cewhera Newrozê îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e. Newroz îfadeya ziman, reng û baweriyên cuda ye ku li ser jiyaneke wekhev û hevpar dicivin. Ji ber vê yekê jî Newroz rastiya dîrokî ye ku her cudahî dikarin li hev bicivin. Civaka demokratîk û aştiya bi rûmet, bi ruhê berxwedanê yê Newrozê mezin dibe. Îro rêya herî xurt; hembêzkirina van nirxan, mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî, avakirina civaka demokratîk û misogerkirina yekitiya neteweyî ye.
‘Wê serkeftina hîn mêzintir bîne’
Gelê Kurd weke li Kurdistanê li hemû cîhanê têkoşîna xwe didomîne û her tim bûye sembola berxwedan û zayînê. Misogerkirina yekitiya neteweyî dê vê berxwedan û têkoşînê ber bi serkeftinên mezintir ve bibe. Hêzên hegemonîk ên navendî bi hevkariya hêzên herêmî dixwazin li Rojhilata Navîn fermanên nû ava bikin. Lewma ji bo Kurdan xefkên nû tên amadekirin. Gelê Kurd dê sedsaleke din jî bi fermanên derve neyê birêvebirin. Gelê Kurd bi biryar e ku bi paradîgmaya civaka demokratîk xwe bi rêxistin bike û fermanên ku Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî û fikrî ve parçe dike ji holê rake. Gelê Kurd dê vê yekê jî bi xurtkirina yekîtiya neteweyî pêk bîne. Gelê Kurd her tim îradeya xwe ya avakirina siberojê bi nirxên berxwedanê yên berê re li qadên Newrozê nîşan daye. Di dema pêşxistina van nirxan de, gelê Kurd rastiya civakî ji xwe re esas girtiye. Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd û ji bo gel û baweriyên Rojhilata Navîn pêwîstiyeke bingehîn e. Eger yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bê, dê amûrên zextê yên dewletan jî ji destê wan bê stendin. Li gorî ruhê Newrozê gelê Kurd dê careke din îradeya xwe ya hevpar a azadiyê ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî; li gund, kolan, bajar, serê çiya û qadan nîşan bide.
Newroza 2025’an dê bibe qonaxa mezinkirina berxwedan û azadiyê, dê civaka demokratîk bê avakirin û têkoşîn dê pêş bikeve. Agirê Newrozê dê bi ruhê yekîtiya neteweyî, bi dengê bilindkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan û têkoşîna mayîndebûna şoreşa Rojava geştir bibe.
Em gelê xwe bi kelecana azadiyê vexiwînin qadan’
Em Newrozê li Rêberê Gelan pîroz dikin ku wî hewl da Newrozê bi pêvajoyeke wiha watedar pêşwazî bike û em hêvî dikin ku gel bi coşa Newrozê li hev bicive. Em ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe bi kelecana azadiyê vedixwînin pîrozbahiyên Newrozê. Newroz qada hêza herî xurt a têkoşînê ye. Em bi ruhê azad ê Newrozê Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Newroz pîroz be."