
Strana Newroza îsal 'Newroz a Azadî'
- 12:40 11 Adar 2025
- Çand û Huner
AMED - Ji bo Newroza îsal bê pîrozkirin rêza "Newroz a Azadî" ji aliyê hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve hat çêkirin.
Îsal wê herî kêm li 89 navendan bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Civaka Demokratîk Newroz ji bo Azadiyê” bê pîrozkirin. Strana “Newroz a Azadî” ji aliyê hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve hate çêkirin.
Strana Newrozê wiha ye:
"Newroz
Newrozê tu bi xêr hatî
Li ser ser û çavan hatî
Agirê Kawayê Hesinkar
Tu ji me re xelatî
Jin û Ciwan Zar û Zêç
Tev ketine vê dîlanê
Agirê Newrozê geş bû
Li dora berxwedanê
Newrozê way tu hatî
Wek gulek sor xelatî
Kêf û şahî bi ter hatî
Ronahî ji boy welatî
Mazlûma serî rakir
Ala azadiyê li ba kir
Bû agirê newrozê
Gelê Kurd tev şiyar kir
Rabûn ketine dîlanê
Zekîya û Rewşanê
Serkêşên govendê ne
Ronahî û Bêrîvanê
Newrozê way tu hatî
Wek gulek sor xelatî
Kêf û şahî bi ter hatî
Ronahî ji boy Welatî
Dilopek av ket axê
Şîn kir tovê jiyanê
Roja nû ji bo me hilat
Bihara me xemiland
Vaye hilbû Roja me
Tînê da Welatê me
Li ba dibe ala me
Mizgîniya hebûna me
Newrozê way tu hatî
Wek gulek sor xelatî
Kêf û şahî bi ter hatî
Ronahî ji boy Welatî"