Ji bo aştiyê diqîrin: Em ê aştiyê bînin
- 09:02 5 Sibat 2025
- Rojane
Oznûr Deger
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Nurê Tarlak li dijî êrîşên Tirkiye û çeteyên girêdayê wê yên li hember Rojava banga ‘aştiyê’ kir û got: “Li Rojava mirov ji bo xwedî li ava xwe, ceyran û axa xwe derkevin diçin Bendava Tişrînê. Hûn çi ji van mirovan dixwazin? Hûn ji xwîna Kurdan têr nebûn? Divê her kes bibe dengê Rojava. Em ê aştiyê bînin cîhanê.”
Êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û sivîl tên qetilkirin. Tirkiye şerê li Kurdistanê giran dike û bandorek mezin li ser civakê dibe. Dayikên Aştiyê ku bi salan e li dijî şer aştiyê diparêzin, diyar dikin ku divê demildest dawî li êrîşan bê anîn û ji bo aştiyê têkoşînê didomînin.
Endama meclîsa dayikên aştiyê ya Mêrdînê Nurê Tarlak yek ji dayikên ku aştiyê diqîre ye. Nurê Tarlak ji sînorê Nisêbîn-Qamişlo carek din got aştî û êrîşên li hember Rojava şermezar kir.
‘Hûn ji xwîna Kurdan têr nebûn?’
Nurê Tarlak diyar kir ku li dijî êrîşên li hember Rojava li sînorê Nisêbîn-Qamişlo di çalakiyê de ne û wiha domand: “Ne zarok hiştine ne jin, kal û pîr. Li Rojava mirov ji bo parastina av, ceyran û axa xwe diçin Tişrînê. Çi ji van mirovan dixwazin. Çima êrîş dikin. Ma hûn ji xwîna Kurdan têr nebûn.”
‘Divê her kes bibe dengê Rojava’
Nurê Tarlak bal kişand ser êrîşên bi tanq û topan yên li hembger Rojava û wiha anî ziman: “Hûn çi dixwazin? We jin, ciwan, zarok qetilkirin. Êdî bes e. Her ku em dibêjin aştî hûn şer derdixin. Em aştiyê dixwazin. We xweza û ekolojiya me tune kir. Me mirov qetil kirin. Divê her kes bibe dengê Rojava û ev xwîn bê rawestandin.”
‘Em ê aştiyê bînin cîhanê’
Nurê Tarlak bêdengiya cîhanê ya li dijî êrîşan rexne kir û wiha dawî lê anî: “Her kes li dijî vê bêdenge.Divê Kurd li dijî êrîşan bibin yek. Divê em yekitiya xwe ava bikin û li dijî êrîşan têbikoşin. Em xwedî li keda xwe derkevin. Em aştiyê dixwazin. Li welat niha aştî tuneye. Lê pêdivî bi aştiyê heye. Her ku em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Em ê aştiyê bi berxwedana we ava bikin. Em ê şatiyê bînin cîhanê.”