Li Kobanê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li dijî tecrîdê kampanyaya îmzeyê 2018-11-17 15:33:49   KOBANÊ - Jinan li Kobanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku tecrîda li ser bê bidawîkirin îro kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.   Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de ku di pêşengiya Kongreya Star de tên lidarxistin, ji bo ku tecîrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin îro kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin.    Komîteya Amadekar a Çalakiyan, li Qada Jina Azad ji bo ku îmze kom bikin kon veda. Gelê Kobanê jî ji bo ku biçe îmzeyê biavêje çûna xwe ya kon didomîne.   Kampanyaya ku hat destpêkrin wê hata 6 rojan berdewam bike.