ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-17 09:00:00   *Têkoşîna jinên Kurd ku pergala hevserokatiyê pêş xist îro di bin sîwana TJA’yê didome. aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan wiha got: “TJA mekanîzmaya parastina cewherî ya jinan a li dijî 3’emîn Şerê Cîhanê ye. Jin li dora TJA’yê rêxistin û têkoşîna xwe mezin dikin.” BI DMÎEN   *Jinên Efrînê yên ku peyama berxwedana xwe her zindî dikin gotin:"Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û bi fikra Rêber Apo rêxistinbûyina xwe bidomînin." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Sureye Ehmed a 67 salî ya ji Navçeya Şêrewa bi lêv kir ku ew çiqas jî bi êrîşan rû bi rû bimînin ew ê axa xwe terk nekin û çanda xwe bidomînin. DÎMEN HEYE   *Berdevka Demî a DAKAP’ê Bahar Karakaş, diyar kir ku wê starta bernameyên 25’ê Mijdarê yên li Amedê sibê bi daxuyaniyekê bidin û bang li jinan kir ku li dijî şîdetê bibin yek deng. BI DÎMEN   *Endama SKM’ê Bîrcan Taşkiran diyar kir ku wê bi şîara ‘Em li dijî şîdet, krîzê serî hil didin, di parastina cewherî de ne’ li qadên 25’ê Mijdarê bin û got tu têkoşîna ku tifaqa jinê nabîne wê bi ser nekeve.   *Hevberdevka Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Seher Ataş diyar kir ku qeyûmê tayînê şaredariya Bêgiriya Wanê bûye, rekreasyona der barê Sulava Bêgiriyê li ser maseyê amade kiriye û wih agot: “Sûlav qada sît e. Li ser maseyê bi hesabê betonê peyzaja wê nikare bê kirin. Betonkirin teşeyek çawa ya parastinê ye gelo.”   *Fatma Melez diyar kir ku qeyûmê tayînê şaredariya Cizîrê bû reklama 53 wesayîtan dike, lê ev 9 roje kanalîzasyona di baxçeyê wan der derbas dibe xitimiye û wih agot: “Tenê wesayîtek kanalîzasyonê ya şaredariyê heye û ew jî li derveyê welate. Ev du hefteye li navçeyê xizmeta kanalîzasyonê nayê dayîn.”BI DÎMEN   *Welatiyên di salê 90’î de ji ber zextan koçî Edenê kirine, ki gundê karagoçer di nav xizaniyê de têkoşîna jiyanê didin. Welatiyan gotin şaredarî tu xizmetê nade wan û ji bo ocaxa tenduristiyê, dibistan û qadên civakî yên ji bo zarokan alîkarî xwendin. BI DÎMEN   *Muazzez Orhan ya HDP’î diyar kir ku ew xwedî li greva birçîbûnê ya Leyla Guven ya ketiye roja 10’emîn derdikevin û wiha got: “Di 25’ê Mijdarê de li qadan em her yek wê dengê Leyla Guven bidin bihistin.” BI DÎMEN   *Ji ber çêkirina Bendeva Ilisu texrîbata li Heskîfê didome û piştî barkirina hebûnên çand û dîrokî şûnde, kevirên mînara Mizgefta Er Rizk ya ji îbadetê re hatiye girtin jî, ji cih hilweşandin.