'Em ê xwedî li nirxên Bêrîtanê derkevin' 2018-10-26 09:11:43   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên ji herêma Firatê dan diyarkirin ku ew ê têkoşîna bilindtir bikin da ku ew layiqî têkoşîna Têkoşer Bêrîtan bibin, xewin û xeyalên wê bi cih bînin.   Bi munasebeta 26’emîn salvegera şehadeta Têkoşer Bêrîtan a di sala 1992'an de jiyana xwe ji dest da de jinên ji herêma Firatê gotin:"Em ê xwedî li nirxên Bêrîtanê derkevin û têkoşîna wê bidomînin."   ‘Şehîd Bêrîtan ji jinên Ereb re mînak e’   Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Eynîsa wiha got: “Şehîd Bêrîtan ji bo hemû jinên Kurd, Ereb, Sûryan û tevahiya Bakurê Sûriyeyê mînak e. Ez ji bo jinên cîhanê dibêjim ku divê hêz û îradeya şehîd Bêrîtan ji xwe re mînak bigirin. Em wekî jinê Ereb hêza Şehîd Bêrîtan mînak digirin. Şehîd Bêrîtan ji jinên Ereb re mînakek giranbiha ye. Şehadeta wê ji bo me rojek dîrokî ye."    'Em hêz û baweriya xwe ji Bêrîtanê digirin'   Hevseroka Desteya Parastinê ya herêma Firatê Dilbirîn Kobanê wiha got:"Şehîd Bêrîtan ji bo hemû jinên cîhanê têkoşînek mezin da û rêya têkoşîna mezin de canê xwe feda kir. Ew ji bo me mînakek berbiçav e. Em hemû jin deydarên wê ne. Ji bo azadiya hemû jinan û ya civakê em ê li têkoşîna Şehîd Bêrîtan xwedî derkevin. Em hêz û baweriya xwe ji Bêrîtana leheng digirin."   'Em ê xwedî li nirxên Bêrîtanê derkevin'   Hevseroka Desteya Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî wiha got:"Em heta îro di rêya Bêrîtanê de têkoşîna xawe didomînin. Em ê li ser esasên têkoşîna wê rêxistinbûyina xwe xurtir bikin. Em ê xwedî li nirxên Bêrîtanê derkevin û têkoşîna wê bidomînin. Ew ji bo me û hemû cîhanê ronahiya rojek ber bi azadiyê ve ye. "