Ji bo daxwaza tahliyekirina girtina astendar biryara redê 2018-10-26 09:09:36   Safiye Alagaş   STENBOL - Mevlude Beşdaş a li girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye û bi giranî nexweş û ji sedî 86 astengdar e, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da û daxwaz kir ku bê tahliyekirin. Lê 5 meh şûnde biryara redê dan.   Rewşa girtiya nexweş Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş a ji sedî 86 astengdar e û li girtîgeha Şakran a Îzmîrê dimîne her diçe giran dibe. Mevlude nexweşa dil, şekir, gurçik û tansiyonê ye. Ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ve rapora ji sedî 86 astengdar e hatibû dayin. Mevludê di meha gulanê ya borî de ji bo raporê bigire serî li Saziya Tipa Edlî (STE) da û 5 meh şûnde hat gotin ku ‘dikare di girtîghê de bimîne’.   Mevlude ya xwendin û nivîsandina wê tune ye, name û daxwaznameyên wê ji aliyê hevala wê ya koguşê Sîbel Mustafaoglu ve tê nivîsîn. Sîbel a ku nameyên Mevludeyê dinivîse, di faksa ku şand Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST) de diyar kir ku gelek name hatine desteserkirin û wiha got: “Ji ber nameyên min nivîsîn û şandin nikarim pişta xwe rast bikim. Nivîsandin veguherî îşkenceyê. Ya esas jî ev e gelek tiştên bê nivîsîn heye. Lê wek hûn jî dizanin nagihêjin ber destê we.”   'Dozgeriyê daxwaza tahliyê red kir'   Sîbelê geşedanên dawî yên Mevlude Başdaşê nivîsî û got dozgeriyê daxwaza tahliyê red kiriye. Sîbelê wiha got: “Min xwest ez geşedanên der barê dayika Mevlude de binivîsim. 5 meh berê ji ber rewşa wê me serlêdana tahliyeyê kir lê dozgeriyê bersiva red da. Mafê me yê îtîraza ji bo Destûra Bingehîn heye? Ger hebin em ê çawa dikaribin serêldanê bikin. Der barê rewşa Mevludeyê de gelek tiştên ez binivîsim heye. Lê mixabin ez nikarim binivîsim.”   Ji bo parêzaran bang   Sîbelê destnîşan kir ku parêzerekî/e têkiliya wan bi CÎSST re heye divê bi Mevludeyê re eleqeder be û wiha dawî lê anî: “Parêzerê vê faksê bixwîne û ji bo dayika Mevlude bê em ê pir kêfxweş bibin. Ji bo dermankirinê divê eleqeye hebe. Em li vir heta ji destê me tê lê dinêrin.”   Kurê Mevludeyê, Metîn Başdaş jî di rojên borî de di roportaja dabû ajansa me JIN NEWS’ê diyar kiribû ku wê hemû derfetên hiqûqî bi kar bînin û serî li her derê bidin, heta CPT jî wê biçin.