‘Berpirsê zêdebûna îstîsmara zarokan AKP ye’ 2018-10-26 09:08:04   Dîlan Babat   ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku berpirsê zêdebûna îstîsmara zarokan polîtîkayên AKP’ê ne û got wezareta tenduristiyê ya ji geşedanên li Nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman, berpirs e, bi cezakirina çend personelan nikare xwe xilas bike.   Sala borî derketibû holê ku di pêvajoya 5 mehan de li Nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman a Stenbolê 115 zarokên ducanî yên serî li nexweşxaneyê dane, agahiyên wan ji merciyên edlî re nehatine ragihandin. Piştî bûyerê li ser bertekên hatin nîşandan Wezareta Tenduristiyê rapor weşand û got di 5 mehên ewil yên 2017’an de hejmara zarokên ducanî mane ne 115, 158 e. Her wiha hat tespîtkirin ku ji zarokên ducanî mane yek 12 salî, 5 heb 13 salî, 11 heb 14 salî, 20 heb 15 salî, 71 heb 16 salî, 50 heb 17 salî ne. Li gor di raporê de cih dan daneyên sala 2016’an jî û wê salê jî hezar û 260 zarok ducanî mane û 64 heb di bin temenê 15’yî de bûne. Hat gotin ku piranî jî ji van zarokên Sûriyeyê bûne. Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden der barê daneyên raporê û veşartina îstîsmara zarokan de nirxandin kir.   ‘Di salekê de hezar û 260 zarok ducanî mane’   Gonulê diyar kir ku hewl hatiye dayîn ku bûyera li Nexwşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman bê veşartin û lê bi bertekên rayagiştî hatiye rojevê û wiha got: “Ewil ev rewş hat derewandin. Piştre xwestin ser wê veşêrin. Li ser israr û bertekan wezaretê lêpirsînek vekir. Çend roj berê wezaretê rapor weşand. Lê rapor bi sazî û rayagiştî re nehat parvekirin. Li gorî agahiyan di 5 mehan de ne 115 zarok 158 zarok ducanî mane û serî li nexweşxaneyê dane. Ya herî bi xof jî ev e ku di salekê de hejmara zarokên ducanî yên serî li nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman dane hezar û 260 e. Ev encama herî bi xof ya raporê ye.”   Gonulê wiha berdewam kir: “Ev tenê ji bo nexweşxaneyekê ne derbasdar e. Em bûyerên din îstatîstikên bajarên din nizanin. Wezaretê ducaniyên di ser temenê 15’yî de ranegihandiye. Her kesê di bin temenê 18’yî de zarok e. Divê zarok bê qebûlkirin. Ferz e ku kesên ducanî yên di bin temenê 18’yî de ji merciyên edlî re bên ragihandin.”   ‘Berpirs wezaret e’   Gonulê di berdewamiyê de destnîşan kir ku berpirsê bûyerên hatine jiyîn wezareta tenduristiyê ye û wiha pê de çû: "Wezaret bi cezakirina çend xebatkaran nikare xwe xilas bike. Berpirsê vî sûcî ne xebatkar wezaret e. Zêdebûna bûyerên îstîsmara zarokan jî encama polîtîkayên 16 salan ya hikûmeta AKP’ê ye."