'Bi rizgarkirina Reqayê re serdema azadiya jinê ji nû ve dest pê kir' 2018-10-26 09:03:32   Dîlber Muhemed / Lîlav Muhemed   HESEKÊ- Li Reqa gelek malbat ji ber hovitaya DAÎŞ'ê ji xaka xwe koçber bûn û gelek jê jin ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine revandin. Jina bi navê Nehla Muhemed hovîtiya DAÎŞ'ê ya ku li Reqayê ser jinan hat pêkanîn vegot.    Bajarê Reqayê di sala 2016'an de bi pêşengiya hêzên YPJ'ê Reqa ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin.Di dema pêvçûnan de gelek jin ji ber hovitiya DAÎŞ'ê bi darê zorê hatin koçberkirin û revandin. Jina bi navê Nehla Muhemed ya ku şahîdiya  hovitiya DAÎŞ'ê kirî  û niha li bajarê Serêkaniyê bi cih bûye ew roj vegotin. Nehlayê anî ziman ku  DAÎŞ'ê li ser navê ol her hovîtî pêk dianî û got ku li hemberî zilma DAÎŞ'ê jin bêdeng neman.   'DAÎŞ'ê bi taybetî êrîşî jinan dikir'   Nehlayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jinên Reqayê li dijî zilmê serê xwe netewand û wiha vegot:" Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Reqayê kir, ez li wir bûm. Bi awayekî hov êrîşî me kirin. Her cûreyên hovîtiyê li ser me pêk anîn. Bi taybetî jî êrîşî jinan dikirin. Li ser navê îslamiyetê bi hezaran kes bê sûc  bi hovîtî hatin kuştin. Ez çûm bazarê ku ez pêdiviyên keçên xwe pêk bînim ez ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatim girtin û ez di zîndanê de hiştim. Ji ber wan min ji jiyanê nefret dikir, lê dîsa jî min destûr neda ku ew vîna min dîl bigirin. "   'DAÎŞ mîna roviyan ketibû kolanan û mirov qetil dikirin'   Nehalyeyê anî ziman ku ew ji ber DAÎŞ'ê ji xaka xwe koçber bû û got ku DAÎŞ'ê li gel kiriyarên xwe ji Reqayê hatine paqijkirin û wiha domand:"Piştî ku ev bûyer hate serê min ez û malbata xwe bi darê zorê ji Reqayê hatin koçberkirin. Di warê aborî de jî rewşa min nebaş bû. Herkesî bi riya revê xwe rizgar dikir. Ji ber ku DAÎŞ mîna rûviyan ketibû kolanan û mirov qetil dikirin. Paşê ez û zarokên xwe çûn gundan û du mehan li wir man.  Piştre ez  bi zarokên xwe re heta ku em gihiştin QSD'ê em meşiyan.  Piştî ku em gihiştîn Eyîn Îsa em ji wir derbasî navçeya Serê Kaniyê ya Bajarê Hesekê bûn. Hêvîyên me şikandî bûn û me tu car bawer nedikir ku dê rojekê DAÎŞ ji ser xaka Reqayê bê paqijkirin. Bi pêşengiya YPJ'ê û jinan Reqa ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin. Li gel rizgarkirina Reqayê serdema azadiya jinan ji nû ve dest pê kir. Niha ji ez li Serêkaniyê debara malbata xwe  bi firotina sebze  û bi taybetî çêkirina salçeya îsotê dikim. Ez pir  pê kêfxweşim ku bi keda destên xwe zarokên xwe xwedî dikim."