Ev veger ne mîna vegerên berê bû 2018-10-26 09:01:59   ŞENGAL - Piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014 wekî hemû kurdên êzidî yên li Şengalê şêngiyên gundê Sibayê li gel êrîşên dijwar gundê xwe terikandibûn.  Jina bi navê Surî Xelef jî ku ye ji wan kesên şeniyên gundê Sîba ye. Ew jî piştî fermanê cara yekemîn berê xwe dide Sîba. Sîba ji bo wê birîneke ku nayê pêçan û dermankirin e. Dayê Surî beriya ku bigihîje gund dest bi girî dike. Dilê wê ranake bi jan bi keder disote. Di rêwîtîya xwe de pir cara çavên dayê Sûrî kûr diçin û diyare diçe wan demên fermanê. Belkî jî ew kêlîyên ku dema ji Sîba çewa di vê rêkê de bi tirsa mirinê revîyabûn ketîbûn bîra wê.    Bi fermana  3'ê Tebaxa 2014'an ku ji aliyê Çeteyên DAÎŞ'ê ve li ser kurdên êzidî li Şengalê pêk hat bi hezaran kes ji cih û warê xwe bûn axa xwe gundên xwe terikandin. Yek ji wan cîhan jî gundê Sîba yê navçeya Şengalê Tilezêr e. Gundê Sîba di encama êrîşa DAÎŞ'ê de bi temamî hat ruxandin û talankirin. Her çiqasî di hemlêyên rizgar kirina gundên derdora Şingalê de hatibe rizgar kirin jî şênîyên gundê Sîbayê piştî têkçûna hêzên Heşd-î Şabî ji aliyê YBŞ û Meclîsa Şengalê ve ku hatin têkbirin gelek kesan cara yekemîn berê xwe dan cîh û waren xwe yê ku bi sedan keç û xwortên wan lê hatine qetilkirin û hatine revandin. Yek ji wan rêwiyên ku li gundê xwe vegeriya jî jina bi navê Sûrî Xelef e ku piştî ewqes ferman û komkujiyan li gundê xwe vegeriya ye. Dayika Sûrî di axafitna xwe ew ê wan kêliyên dijwar qet ji bîr neke.   Dayika Sûrî hêdî hêdî berê xwe dide kolanên Sîbaye, bi gavên giran awirê tuj û bi çavên şil. Dayê Sûrî piştî ku ew kêlîyên ji bo wê nayên îfadekirin hînkî kêm be jî derbas kir şûn de dest bi çîroka xwe dike. Çîroka dayê Sûrî gelek bi êş e ji ber kû wê  li Sîba yê du kurê xwe wenda kirine.   'Piştî fermanê cara yekemîn têm Sibayê'    Dayika Sûrî ya ku bi çavên bi rondik li dora xwe dinêre wiha dest bi axaftina xwe dike "Piştî fermanê cara yekemîn ez têm Sîba yê. Sîbaya şewîtî, talankirî, qirkirî. Ma çi dibe wek berê ku Sîbaya me jî bibe wek berê. Li vê  Sîbayê du kurên min hatin qetilkirin. Dema ku ez ji Sibayê derketim min dilê xwe kêfxweşî, pêşeroj û zarokên xwe li vir hiştin û winda kirin. "   Dayika Sûrî ku di nava kolanên Sîbayê de meşa xwe berdewam dike wiha axaftina xwe didomîne "Ez tu carî nefikirîbûm ku ew ê ev hemû tişt li Sibayê bên kirin. Kêfxweşiya van kolanan dengê zarokan ku li pêy hev dibezin, dengê keç û xwortên me di guhên min dene ne. Lê  edî ev kolan ne ew kolanin. Ne dengê zarokan ne jî keç û xwortên me hene. Şopa hemû tiştî hatiye windakirin."    Dayê Sûrî meşa xwe bi dawî dike û li serê kolanekê rûdinê edî dilê wê debar nake li hemberî van kêlîyan. Li milekî  vegera Sîba li milekî talanabûn û xirabûna wê. Dîsa rondik dîsa bê dengî  diaxivin bi me re mîna ku guhên me ker û lal bikin erş û asîman bila Dayika Sûrî bibihîzin.    'Ez tucarî wan kêliyan ji bîr nakim'    Dayika Sûrî bi çavên xwe yên tijî rondik behsa her dû kurên xwe yên dema ku ji Sîba derketine jî dike  û wiha dibêje; "Pir zehmet bû her dû kurên min destên min girtibûn û em pêxwas direviyan. Gule di ser serê me re diçûn. Di van kêlîyan de yek li pişt min gulle lê ket û min ne karî ez li pêy xwe binerim ev kêlî her dem di mejîyê min de zindî ma. Ez ê tu carî wan kêliyan ji  bîr nekim. Her dû kurên min jî li pêş çavên min ketin destê DAÎŞ' ê. Kurik min jî ji bo ku tola birayên xwe rake kete nava refên YBŞ ê û ew jî şehîd bû. "   https://www.youtube.com/watch?v=R60QkXFiXMA&feature=youtu.be