Li Wargeha Mexmûrê Şehîd Bêrîtan Bi Şahiyekê Hat Bîranîn 2018-10-25 17:23:11   MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi çalakiyeke ku  xwendevan, mamoste û gelê wargehê tevli bû Berîtan Hêvî (Gulnaz Karataş)  hat bibîranîn.     Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi çalakiyeke ku xwedekar, mamoste û gelê wargehê tevli bû Berîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) di 26'emîn salvegera şahadeta xwe de hat bibîranîn.    Çalakiya ku bi deqeyek rêzigirtinê hat destpêkirin ji  Meclisa Îştar Zeyneb Cudî axîvî û di despêkê de xêrhatina tevahî xwendevan, mamosta û gelê wargehê kir û wiha axaftina xwe berdewam kir; " Şehîd Bêrîtan ku bi berxwedana xwe ji bo hemû jinên cîhanê bû mînak û ji bo ku hêza jinê li her derê nîşan bide, heta guleya xwe ya dawî li ber xwe da û îxanet qebûl nekir xwe ji zinaran de avêt.   Çalakî bi Dirûşim û stranên şoreşê bi dawî bû.