Tolhildana ji Ş.Bêrîtan re avakirina artêşbûyîna jin bû 2018-10-25 13:31:02   TIL TEMIR - Kongira Star Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di 26'emîn salvegera xwe de hat bibîranîn. di civînê de hat gotin ku şehadeta Bêrîtan Hêvî avakirina artêşbûyîna jinê bû."   Bi pêşengtiya Kongireya Star bi armanca bîranîna Şehîd Bêrîtan Hêvî di 26'emîn salvegera wê de, li Saziya Malbatên Şehîdan civînek girseyî bi beşdarbûna bi dehan jin û Endama Rêveberiya Meclisa Jinê ya PYD'ê Sîlvana Elî, hat lidarxsitin.   Di destpêkê de sinivizyon li ser jiyana Bêrîtan hat tamaşekirin, Paşê jî Endama Rêveberiya Meclisa Jinê ya PYD'ê Sîlvana Elî aixvî û wiha got:"Bêrîtan xeta azadiya tevahî jinan bû, xeta jina azad temsîl dikir. Şehadeta  Bêrîtan Hêvî artêşbûyîna jinê di nava PKK ê de hat avakirin. Di kesayeta Bêrîtan Hêvî de xeta serkeftinê bi ser ket û xeta îxanetê bi bin ket. Şehadeta Bêrîtan Hêvî xwedî bandorke mezin bû, îro jî xewn û xeyalên Bêrîtan bi rêxistinkirina jinan bi teşe dibin."   Piştî axaftinê helawî  û xwarina ku Bêrîtan jê hez dikir ku ji aliyê endam û rêveberên Kongireya Star ve hat çêkirin, li jinan hat belavkirin.