Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2018-10-25 12:45:36   STENBOL - Li Buyukçekmeceyê mêrê bi navê Beytullah Guraslan, jina bi navê Fatma Guraslan qetil kir.   Li navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê, duh berê nîvro mêrê bi navê Beytullah Guraslan, Fatma Guraslan ku pê re zewicandî bû qetil kir. Tîmên tendirustiyê ku li ser agahdarkirina kesên li derdorê hatin cihê bûyerê ji bo ku cenazeyê Fatma bê otopsîkirin rakirin morga Tipa Edlî.   Hat diyarkirin ku Beytullah Guraslan jî hat binçavkirin û karê wî yê li Emniyetê berdewam dike.