Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2018-10-25 12:04:15   BÛRSA - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekilê xwe re hevdîtinê bikin cara 758’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Cengiz Çiçek, Îbrahim Bilmez û Muhdi Oztuzun, bi armanca bi muvekkilê xwe re hevdîtinê bikin cara 758’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Abudllah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha her dem bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye",  “koster di tamîrê deye" “OHAL”  û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengî û qedexeyan tên.