Jinên rojavayê Kurdistanê: Bêrîtan sembola jina azad e 2018-10-25 10:41:25   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jinên baajrê Hesekê di 26'emîn salvegera şehadeta  salvgera Gulnaz Karataş  (Bêrîtan Hêvî) de ew bi bîr anîn û gotin ku Bêrîtan sembola jina azad e.    Di sala 1992 pefçonek mezin di navbera PKK ê û PDK'ê de qewimibu gêrilaya bi nasnavê  Bêritan Hêvî ( Gulnaz Karataş) a ku bi lehengî li ber xwe da ji bo ku nekeve destê hêzên PDK'ê  xwe ji zinar de avêt û jiyana xwe ji dest da. Jinên bajarê Hesekê jÎ ku bi munasebeta 26 'emîn salvegera şehadeta Bêrîtanê   ji ajansa me re axivîn, Gotin ku wan hêza xwe ji têkoşîna berîtanê girtiye û ew ê heta dawiyê li ser şopa wê bin.   'hêz û fedekariya Bêrîtan komplo vala derxist '   Jina bi nav Evîn Ehmed diyar kir ku şehîd Bêrîtan ji bo azadiya hemû jinan têkoşîn daye û wiha domand " Di sala 1992 pefçûnek mezin di navbera PKK ê û PDK ê de qewimîbû ,şehîd bêrîtan bi lehengî bi armanca ku teslîm nebe û ixanet û komployê vala derxe xwe ji zinar de avêt û gihşt asata şehadetê .Bêrîtanê ji bo azadiya welat ,civak û hemû jinan têkoşîn kir ,em wekî jin me hêz û baweriya xwe ji têkoşîna şehîd bêrîtan girt , ji bo me şehîd bêrîtan senbolek e û bû mînak ji bo her jineke ku bixwaze xwe pêş ve bibe. Herwiha fedekariya şehîd Bêrîtan bû bersiv ji komplo û ixaneta ku hat meşandin. Piştî şehadeta Bêrîtanê bi hezaran Bêrîtan çek rakirin, xeta wê ya têkoşînê parastin û ji bo azadiya hemû jinan têdikoşin"    'Fedekariya Bêrîtan bu tirs ket dilê dijmin '   Jina bi nav Rîma Mehmûd jî da zanîn ku şehîd Bêrîtan ji bo her jinekê bû hêz û wiha got: "Bêrîtan sembola jina azad e ,bi têkoşîn û fedekariya xwe tirs xist dilê dijmin û isbat kir ku jin dikare welatê xwe biparêze. Ji ber vê ye ku îro em dibînin dijmin dema êrîş dike êrîşî jinan dike ,ji ber ku ji hêza jinê ditirse. Em tucarî lehengiya şehîd Bêrîtan ji bîr nakin ,ew ronahiya rêka hemû jinan e. "