Li Cizîrê hîna 14 cenaze winda ne: Ez cenazeyê zarokê xwe dixwazim 2018-10-25 09:07:39   ŞIRNEX - Li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de ji kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê 14 kesan tevî 3 sal derbas bûye jî hîna winda ye. Hezne Aslan a hem kur û hem keça xwe di qedexeyê de winda kir, cenazeyê kurê xwe Saîd dît, lê ya keça xwe Hacerê hîna nedîtiye. Hezne diyar dike ku ew cenazeyê keça xwe dixwaze û bi lêv kir ku qet nebe bila gorek wê hebe û biçe ser hesreta xwe derbas bike.   Di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dabû û tevî ku di ser qedexeyê re 3 sal derbas bûye jî hîna cenazeyê 14 kesî winda ye.   14 cenaze li ku ne?   Malbatên ji bo zarokên xwe têkoşîn dan, gelek caran mînaka xwînê dan. Malbatên 5 caran mînaka xwînê dan, ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve her carê rastî bersiva ‘Cenazeya aydê vê testa DNA’yê nehat dîtin’ hatin. Malbatên têkoşîna xwe didomînin diyar dikin ku cenaze di dema înşata TOKÎ de li cihên ku kavil hatine rokirin yanî li Çemê Dîcle an jî goristana bêkesane.   Li aliyê din jî di dema înşatê de 3 cenaze hatin derxistin û ji bo rawestandina TOKÎ’yan jî serlêdanên hatin kirin bê encam man.   ‘Ez cenazeya keça xwe dixwazim’   Hezne Aslan ku di pevçûnan de hem keça xwe û hem kurê xwe winda kir, ji bo cenaza keça xwe Hacerê bibîne ev 3 sale têdikoşe. Hezne diyar dike ku wê cenazeyê kurê xwe dîtiye û wiha got: “Dema me kurê min dît, min got belkî cenqaza keça min e. Lê ya kurê min bû. Ev 3 sale ez hesretê hestiyê keça xwe me. Ez her roj di xewna xwe de dibînim. Ez cenaza keça xwe dixwazim.”   Navê 14 kesên din yên winda wihane: Ferîde Yildiz, Sakîne Durmîş, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîşî, Servet Aslan, Serdar Pîşkîn, Îdrîs Susîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray, Mustafa Keçanlu û Emrah