Li dijî wêneyê jinê yê li ser dîwarê êrşa zayendî 2018-10-25 09:05:49   MÊRDÎN - Li ketina Mêrdîna Kevn li ser dîwarekî hûnermendên kolalan beriya du salan wÊneyê jinekê yê ku di destê wê de kulîlik hebû xêz kiribûn. Li dijî wêneyê ku hatibû xêzkirin êrîş hat kirin û ser wêne bi boyaxa spery ya ji heman rengî  hat boyaxkirin.    Di demên dawîn de bêtehemûliya li dijî wêne û bîrdariyên jinan zêde bûye. Li Mêrdînê li aliyekî ji aliyê alîgirên îktîdarê an jî leşker û polîsan ve  bi rehetî li ser dîwaran  “Tirkiye mala me, Erdogan bavê me” tê nivîsandin û ji aliyekî ve jî wêneyên ku li ser dîwarên kolanan bi awayê xwezayî hatine xêzkirin ser wan tê boyaxkirin.    Li ketina Mêrdîna Kevn li ser dîwarekî hûnermendên kolalan beriya du salan wêneyê jinekê yê ku di destê wê de kulîlik hebû xêz kiribûn. Li dijî wêneyê ku hatibû xêzkirin êrîş hat kirin û ser wêne bi boyaxa spery ya ji heman rengî  hat boyaxkirin.    Wêneyekî li ser dîwêr ku hatiye çêkirin û nêzî qada leşkeriye jî ku gûmana welatiyên sivîl mudaxele bikin tune ye jî bi boyaxê hatiye reşkriin û bi vê çi hatiye armanckirin jî nayê zanîn.