Jinên Efrînê:Em ê komploya navneteweyî vala derxînin 2018-10-25 09:03:44   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Piştî êrîşên li ser  Efrînê bi hezaran Efrînî bi darê zorê ji ser axa xwe hatine koçberkirin. Jinên ku li Kantona Şehbayê hatine bicihkirin bertek nîşanî hevkariya Tirkiyeyê û Rusyayê dan û gotin ku lîstîkên ku hêzên navneteweyî li ser gelê kurd pêk tînin ew ê vala derxînin.   Piştî ku li ser Efrînê êrîş pêk hatin bi hezaran malbat bi darê zorê ji bajar hatine derxistin û koçberkirin. Jinên ku ji neçarî ji Efrînê  derketin û li Kantona Şehbayê bi cih bûne nerazîbûnên xwe anî ziman. Jinên Efrînî bi lêv kirin ku êrîşên li ser Efrînê li hemberî tasfiyekirina bîrdoziya kurd bûn  û gotin ku gelên  Efrînê dê  komployê vala derxînin.   'Emê  komployê vala derxînin'    Ji jinan Ruşîn Muhemed a ji gundê Hemamê anî ziman ku gava mijar dibe kurd hemû dewlet dibin yek û wiha got:"Ji bo ku zimanê me, çanda me û hebûna me li ser rûyê erdê tune bikin hemû dewlet dibin hêzek. Hemû dewletên Navneteweyî bi taybetî ji Tirkiye her tim li ser kurdan polîtîkayên qirkirinê dane meşandin. Yek ji van qirkirinan jî êrîşa li ser Efrînê bû. Em ê wekî jinên Efrînê van lîstikên li ser gelê kurd vala derxînin. Ji ber ku îro bi hezaran jin, zarok û ciwan li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin."   'Em ê rê nedîn dagirkeriyê'   Zozan Hebeş jî diyar kir ku Tirkiye û Rusyayê bi peymanên herî qirêj êrîşî Efrînê kirin û got ku dê jin destûrê nedin dagirkeriyê û  wiha axivî;" Dewleta tirk bi hevkariya dewletên navneteweyî yên wekî Rusyayê bi komployeke mezin Efrîn dagir kirin. Ji bo ku rûyên dewletan ê qirêj aşkere nebe, komên çeteyan yên wek DAIŞ, El NUSRA  birêxistinkirin û bi ser me de anîn. Me wek jinên kurd hêza xwe ji felsefeya Rêber Apo girti ye. Em ê rê nedîn dagirkeriyê û em ê bi têkoşîn û rêxistinbûyina xwe wan têk bibin."   ' Em ê li hemberî komployê bibin hêza berxwedanê'   Herî dawî Zelox Reşîd  bertek nîşanî hevkariya Tirkiye û Rusyayê da  û got ku dê xiyanet bi ser nekeve û wiha berdewam kir;" Ji dîrokê û heta niha hêzên komploger her tim li hemberî têkoşîna kurd êrîşên tasfiyekirinê dane meşandin. Listîkên ku li ser gelê kurd tên lîstin em qebûl nakîn. Em ê bi têkoşîna xwe li hemberî komplo û têkbirinê bibin hêza  berxwedanê. "