ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-25 09:00:00   *Lîstîkvanên Tîma Futbolê ya Vedeng der barê Futbolê de nêrînên xwe anîn ziman. Lîstîkvanên Futbolê yên jin diyar kirin ku ew li dijî hişmendiya ku dibêje 'Jin nikare' li qadan bersiv didin. BI DÎMEN   *Piştî êrîşên li ser  Efrînê bi hezaran Efrînî bi darê zorê ji ser axa xwe hatine koçberkirin. Jinên ku li Kantona Şehbayê hatine bicihkirin bertek nîşanî hevkariya Tirkiyeyê û Rusyayê dan û gotin ku lîstîkên ku hêzên navneteweyî li ser gelê kurd pêk tînin ew ê vala derxînin. BI DÎMEN   * Li ketina Mêrdîna Kevn li ser dîwarekî hûnermendên kolalan beriya du salan wÊneyê jinekê yê ku di destê wê de kulîlik hebû xêz kiribûn. Li dijî wêneyê ku hatibû xêzkirin êrîş hat kirin û ser wêne bi boyaxa spery ya ji heman rengî  hat boyaxkirin.    *Li Efrînê di 7 mehên dawiyê de herî kêm 868 sivîl ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin û bi hemû cureyên îşkenceyê ya hatine girtin, ya hatine tecawizkirin, ya hatine kuştin, ya jî ji bo bên berdan berdêla wan de fidye hatiye girtin, hinek kes jî aqubeta wan ne diyar e. Jina bi navê Ş.M. ya ku ji aliyê çeteyan ve hat revandin û bi berdêla fidyeyê hat berdan diyar kir ku ew bi ceyranê hatine îşkencekirin û got:"Dema ku ez û hevala min bi ceylanê îşkence kirin em ji ser hişê xwe çûn. Dema ku hişê min hat serê min, min nikaribû bêhn bisitanda. Ez diricifîm. Hevala min jî rewşa wê wekî ya min bû. Ew jî nikaribû biaxiviya."   Nûnera Dibistana Nayîf EL-Salim Nadiya Xalid der barê pergala perwerdehiya rejîma Baas'ê de nirxandin kir.     *Di doza cerdevan Tekîn Gulaçti de ku du heb jê astenddar li dijî 3 xwişkan êrîşa zayendî pêk anî de li gumanbar 40 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Aktîvîst Songul Ozunver diyar kir ku ev doz ji bo dozên din ên êrîşa zayendî girîng e û got ev bi piştevaniya jinê bi encam bûye.   *Li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de ji kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê 14 kesan tevî 3 sal derbas bûye jî hîna winda ye. Hezne Aslan a hem kur û hem keça xwe di qedexeyê de winda kir, cenazeyê kurê xwe Saîd dît, lê ya keça xwe Hacerê hîna nedîtiye. Hezne diyar dike ku ew cenazeyê keça xwe dixwaze û bi lêv kir ku qet nebe bila gorek wê hebe û biçe ser hesreta xwe derbas bike.   *Rabîa Demîrcî ya bi mijara ‘Sînor û stratejiyên bikaranîna cih a jinan’ xebatan dimeşîne, balkişand ser bertekên jinan yên li dijî civak û malbatê û got jin li dijî hemû sînoran stratejiya azadiyê pêş dixînin. BI DÎMEN   * Li Seyhan a Edenê jinên tevlî qursên pîşeyî bûn, aliyên xwe yên jîr jî derxistin holê û piştgiriyê didin aboriya malbata xwe. BI DÎMEN   *Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku bi stratejiyeke ku hev temam dike li Kurdistan û bajarên rojava ji bo hilbijartinên herêmî xwe amade dikin û wiha got: “Em hedef dikin ku zemînek tifaqa demokratîk a xurt bi partiyên siyasî û STK’yan re ava bikin. Bi pêşengiya jinan bi tifaqên berfireh bi rihê seferberiyê emê bi awayekî xurt bersivê bidin. Emê destûrê nedin  ku qada rêveberiyên herêmî bê jin bimîne.”