Şanoger Sara: Li dijî qirkirin û qedexeya çandeke rêxistinkirî divê 2018-10-22 09:01:11   Zeynep Durgut   WAN - Li Wanê mîhrîcana Şanoya Mencelê ku di 13'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di mîhrîcanê de ji her bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê lîstîk hatin lîstin. Der barê  şanoya kurd, qedexe û qirkirina li ser çanda kurd de şanoger Sara Mihemedî nirxandin kir.    Li Wanê cara yêkem bi organîzasyona Şanoya Mencelê li Wanê 1’emîn mîhrîcana Şanoyê bi dirûşma “Xeyalek, lîstîkek û azadî” pêk hat.  Mîhrîcana ku ji 13'ê Cotmehê de hat destpêkirin bi lîstîkên cûr bi cûr ên şanoyê berdewam kir û îro bi dawî bû. Ji Rojhilatê Kurdistanê heta bajarê Tirkieyê Îzmîrê ji her reng û dengekî şanoger û lîstîkvan tevli mîhrîcanê bûn. Lîstîkvana  ku ji rojhilatê Kurdîstanê hat a  ji Koma Şanoya Textê reş  Sara Mihemedî der barê astengî, qedexe û qirkirina li ser çanda kurd nirxandin kir.    ‘Şano,car caran trajediyek evînî û car caran jî ken e'   Sarayê anî ziman ku şano giyana bûyerên baş û nebaş e û got ku şano destûr nade jibîrkirinê û wiha axivi;” Ez ev saleke li bajarê Kirmanşahê şanogeriyê dikim. Li gorî min şano zindîbûna bûyerên jiyanê ye. Şano giyan dide baş û nebaşiye û mirovan ber bi dîrokê ve dibe. Şano destûrê nade ku neheqî bê jibîrkirin. Şano li hemberî bûyerên civakî hûnereke xwedî hest e. Şano, Car caran trajediyeke evînî, car caran ken û car caran jî wate ye.  Divê mirov şanoyê wisa bi nav bike. Şanoya kurd bi afirineriyek mezin hatiye peydakirin. Di demên  berê de jin û mêrên kurd bi derfetên herî kêm şano li dar dixistin. Dika şanoya wan qadên gel bûn. Şanoya kurd bi vê afirineriyê hêdî bi pêş ve ket û heta roja me ya îro hat. Şano xwedî hêz û cewherek e. Hêstên cûr bi cûr bi mirovan re birêxistin dike.”   ‘Li  hemberî qirkirinê pêdivî bi çandek rêxistinkirî heye’   Sarayê di berdewamiya axiftina xwe de bal kişand ser qedexe û qirkirina li ser çanda kurd û got ku li hemberî qedexeyan çandeke rêxistinkirî divê û wiha pê de çû;” Bi taybetî li Tirkiyeyê li ser çanda kurd êrîş û qedexeyên mezin hene. Heya niha gelek sazî û navendên çand û hûnera kurd hatine girtin.  Li hemberî qedexeyan divê hûnermend, lîstîkvan, wênesaz û şanoger bibin dengê çandê. Herî zêde hêzên desthilatdar ji çandê ditirsin.  Bêgûman li hemberî qirkirin û qedexeyê pêdivî bi çandeke rêxistinî heye. Bi qedexe û astengiyên desthilatdaran çand têk naçe. Ger ku hûner bê rêxistinkirin,dikare bibe hêzekê civakî. Di şanoyê de ne lîstîkên yek rengî divê yên pir reng bên lîstîn û naveroka wan li gorî hêstên civakê bê amadekirin. Li Îranê jî her tiştek ji bo kurdan qedexe ye. Lê ger ku em li hemberî van qedexeyan dengê heqîqetê bilind nekîn, dê serdest bi her awayî bi ser me bên. Ji ber vê yekê jî her gel bi çand û hûnera xwe dewlemend e.”   ‘Mîhrîcan bi eleqeyeke mezin bi dawî bû’   Sarayê herî dawî daxuyand ku ji ber cûr bi cûrbûyîna  lîstîkan gel eleqeyek mezin da mîhrîcanê û wiha domand:” Ji 13'ê mehê de mîhrîcana şanoyê hatiye destpêkirin. Gel, ciwan û jin eleqeyeke mezin da mîhrîcanê û Mîhrîcan bi eleqeyeke mezin bi dawî bû. Civak ji cudabûn û pirjimariyê re  vekirî ne. Em dixwazîn bi lîstîkên xwe bûyerên rojane û neheqiyê her tim di hişê temaşevanan de zindî bihêlîn. Her lîstîkên ku li ser dikê hatin lîstîn xwedî wateyeke mezin bûn. Em her dem bi lîstikên xwe rastî û şaştiyan ji gel re vedibêjin. Şano rastiya gel e. “