1'emîn Konfirasa Zanîngehên Bakûr û Rojhelatê Sûriyê bi dawî bû 2018-10-21 13:22:42   QAMIŞLO -1'emîn Konfiransa Zanîngehên  Bakûr û Rojhelatê Sûriyê bi daxuyaniyeke encamnemeyê bi dawî bû.   1'emîn Konfiransa Zanîngehên Bakûrê û Rojhelatê Sûriyê,  ku li holeya Zanîngeha Kantona Qamişlo, hat kirin bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.   Di daxwyaniyê de wiha hat gotin:     Konferansa Yekemîn a Zanîngehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rojên19 -20 ê Cotmeha 2018'an de bi dirûşma "Zanîngeh qada têgihiştina heqîqet û nasnameya civakî ye" hat lidarxistin. Beriya her tiştî konferansa me di demeke dîrokî de ku şoreşek li dar e hat kirin.Di nava mercên şoreşê de sazkirina xebatên zanîngeh û akademiyan hem zehmet û hem jî watedar in. Di nava 3 salên dawî yên şoreşê de destpêkê Efrîn, piştre Cizîrê û herî dawî Kobanê zanîngehên xwe vekirin. Ji destpêka şoreşê ve bi dehan akademî jî perwerdeyên xwe di gelek waran de bi awayekî pispor pêk anîn.   Ev pergal ji bo hevpariyê hatine avakirin     Di encama vê tecrûbeya salan de derket holê ku tevî kedeke mezin û watedar jî,di warê xwendina bilind û akademîk de pirsgirêkên me yên pergalî hene. Ev yek hem di navbera herêman û hem jî di nava herêmên ser bi xwe de tê jiyîn. Lewre jî di warê zanîngeh û akademiyan de an ku di xwendina bilind û pisporî de pêwîstî bi pergaleke hevpar hat dîtin. Ev pergal ne ku  hemû zanîngeh û akademî bibin mîna hev ji bo di rêgezaên giştî de xwe bigihînin hevpariyekê. Ev rêgez jî ji bo rêveberiyeke demokratîk, pergaleke nirxandina asta serkeftinê ya adîlane,tevlîbûna îradeya jinê, beşdarî û temsîliyeta demokratîk a xwendekaran  û akademî, zanîngeheke xweser û demokratîk în.   Rêvebername ahtin niqaşkirin   Li ser vî bingehî di konferansa me de destpêkê raporên her sê zanîngehan yên kar û xebata perwerdê  hatin xwendin û nirxandin. Di bingeh de jî li ser belgeya"Rêvebernameya Saziya Xwendina Bilind"hat rawestandin û bi tevlîbûna delegeyên mamoste, xwendekar, rêveber û xebatkarên akademiyan ên her sê zanîngehan 2 rojan nîqaş hatin meşandin .Li gel vê belgeyê, belgeyên 'Rêvebernameya Meclîsa Xwendekaran' , 'Rêvebernameya Meclisa jinê 'hatin nîqaşkirin.    Ji bo pergaleka zanîngehan gaveke dîrokî   Delegeyên beşdar bi tevlîbûneke berfireh a 2 rojan vîna xwe ya demokertîk nîşan dan.  Di encamê de ji bo pergaleke  hevpar a zanîngeh û akademiyên Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke dîrokî hat avêtin. Dîsa di  konferansê de biryar hat dayî ku li ser vê bingeha bi hêz, her zanîngeh û akademî di warê pergala akademîk de hîn zêdetir asteke bilind ji xwe re weke armanc bigirin.