Armanc avakirina civakeke azad û polîtîk e 2018-10-21 12:33:49   HESEKÊ - Dîwana Edaleta Civakî xebatên xwe yên 2 salan bi Rêveberî û endamê sazî û navendên civaka sivîl re, goftûgo kirin. Di guftugokirinê de hat diyarkirin ku sûc çi dibe bila bibe dê sûcdar werin ceza kirin û armanc avakirina civakeke azad û polîtîk e.    Dîwana Edaleta Civakî a bajarê Tilermir a kantona Hesekê xebatên xwe yên 2 salan li hola Saziya Malbatên Şehîdan bi rêveberî û endamên Kongira Star û saziyên civaka sivîl re guftugo kirin.    Piştî ku rapora xebatên 2 salan ji aliyê Berdevka Dîwana Edaletê Neda Ehmed ve hat xwendin ku di nav de bûyerên kuştin, dizî, kesên ku sûc kiribûn û cezayê li wan hatibû birîn hatin aşkerakirin,  beşdaran derbarê bûyerên qetilkirina jinan ên di bin navê Namûsê de her wiha bûyerên ku di 2 salan de qawimîbûn di heman demê de kesên ku sûc kiribûn cezayê wan  ê ku bû bersiva sûcên hemû hatin nirxandin.   'Di bin navê namûsê de jin tên qetilkirin'   Mijara ku herî zêde bal hat kişandin ser ew e ku di vê serdemê de hîn jî jin di bin navê namûsê de tên qetilkirin, beşdaran diyarkirin ku  kesê jinê dikuje sûcekî mirovî dike û divê ku qanûnên pir hişk li hember wan kujeran were pêkanîn, çi dibe bila bibe divê werin ceza kirin. Herwiha di civînê de mijarên ku nehatibûn zelalkirin jî ji aliyê dîwanê ve hatin zelalkirin.   'Divê pirsgirêkên civakî bên çareserkirin'   Dîwanê diyar kir ku divê ji pirsgirkên heyî re têkoşînek mezin were meşandin ji ber pirsgirêk dê civakê ber bi tehlukeyê ve bibin. Çimkî çareserkirina pirsgirkên civakî xurtkirina bingehê civakê ye.    Di heman demê rexne û pêşinyarên ku hatin nîqaşkirin dê di demên pêş de wekî reşnivîsekê derbasî Konferansa Dîwana Edaleta Civakî a ku dê di demên pêş de were lidarxsitin,bê kirin.