Yurda xwendekaran ji polîsan re hat veqetandin! 2018-10-21 09:25:02   ŞIRNEX - Yurda aîdmê Lîseya Fenê ya Şukru Gelîş a li navenda Şirnexê ye,ji ber polîs lê hatine bicihkirin, xwendekar neçar mane li yurda ji dibistanê dur bên bicihkirin. Hat hînbûn ku îdareya dibistanê ji xwendekaran re gotiye ‘Bila agahiya kesî ji vê tune be’.   Hat hînbûn ku li şûna xwendekaran polîs li yurda xwendekaran a aydê Lîseya Fenê ya Şukru Gelîş ya li navenda Şirnexê ye hatiye bicihkirin. Her wiha hat hînbûn ku xwendekar jî li yurda aydê Lîseya Sosyal Bîlîmler ya ji dibistanê gelek dure hatine bicihkirin. Bi hinceta polîs li yurda dibistanê dimînin, hat hînbûn ku îdareya dibistanê ji xwendekaran re gotiye ‘bila agahiya kesî ji vê tunebe.”   ‘Ji malbatên xwe re jî nebêjin’   Her wiha hat diyarkirin ku rayedarên dibistanê di konferansa hatiye kirin de ji xwendekaran re wiha gotine: “Bila ev navbera me de bimîne. Bila agahiya kesî jê tunebe, ji kesî re nebêjin.” Malbatên ku ev rewş hîn kirin wiha gotin: “Evqas cihên ku ji bo leşker û polîsan heye çima li yurda xwendekaran tên bicihkirin. Em vê fêm nakin. Divê rêveberiya dibistanê demildest vê ronî bike.”