ROJEVA 21'Ê COTMEHÊ 2018-10-21 09:00:00   *Endamên Mala Jinê û Saziya Malbatên Şehîdan bertek nîşanî qetilkirina jinan dan û diyar kirin ku divê kesên ku  jinan qetil dikin û îstîsmar dikin werin darizandin û gotin:"Divê bêdengiya cîhanê ya derbarê qetilkirin û îstismarkirina jinan de bi dawî bibe û kesên ku komkujî û îstismarê dikin bi cezayên mezin bên darizandin." DÎMEN HEYE   *Malbatên ku li Gundê Jinê JINWAR'ê yê Bajarê Dirbêsiyê ku girêdayî Kantona Hesekê ye, bi cih bûne çîrokên xwe bi me re parve kirin û diyar kirin ku jiyanek bi rûmet, nirx û wekhev li JINWAR'ê heye û gotin:"JINWAR warê hemû jina ye, tevahî netewa hembêz dike." DÎMEN HEYE   *Berî ku Efrîn ji aliyê OSO'yê û dewleta tirk ve bê dagirkirin di warê jiyanê pêşketinên mezin li wir dihat bidestxistin û di warê aboriyê de jiyanek komînal dihat jiyîn. Efrîn di aloziya Sûriyeyê de ji hemû koçberên li deverên Sûriyeyê hembêza xwe vekir û bi rihê wekheviya gelan heta ku dewleta tirk û OSO'yê êrîş kir  jiyanek aramî dihat jiyîn. Piştî ku ev rewş guhert êdî bi taybet rojên gelek dijwar li hêviya jinan bûn. Herî zêde dê jin bi êrîş û îşkeceyên mezin rû bi rû bimana. JI PÊNÛSA JINAN   *Piştî ku gelê Herêma Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûn di nav hemû zor û zehmetiyan de, jiyana xwe bi rêxistinî didomînin. Berxwedana  58 rojan a ku li hemberî balafirên dewleta tirk hate nîşandan li Kantona Şehbayê kêlî bi kêlî berdewam dike.DÎMEN HEYE   *Cezayê li Parlamentera HDP’ê ya dema berê Gulser Yildirim hatibû birin, hatibû xerakirin û di runiştina dozê de tahliye derneketibû. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay bertek nîşanê biryarê da û got: “Pêvajoyek girtinê ya dema dirêj a girtinê derbas kiriye. Heyeta dadgehê di dijhiqûqiyê de israr dike û mexduriyet li ber çavan nayê girtin.” BI DÎMEN   *Jinên ji bo dan û standê hatin bazarê û esnafên sûkê diyar kirin ku krîza aborî şert û mercên jiyanê her diçe dike zorê û li dijî gotinên dewlet û hikûmetê yên wekê ‘krîz tune’ jî bi bertekin. BI DÎMEN   *Nivîskar Gulser Han ku bi romanên xwe yên ‘Nameyên Hêvîbarkirî’ û ‘Perperokên difirin azadiyê’ bala xwendevanan kişand, naskirina xwe ya sirgûnê di temenê biçûk de wiha vegot: “Ji zarokatiya min heta niha ew êş hîna dilê min dişewitîne. Ji ber ez tu carî nebûm hevkarên êş û rondikên dayika xwe.”   *Rêvebera HDP’a Amedê Eylem Ceylan balkişand ser pêşnûmeya efûyê ya di rojeva meclîsê de ye û diyar kir ku ev ji civakê re xizmetê nake û di rewşa ev bikeve jiyanê de wê gelek tiştên neyînî pêk bên.   *Yurda aîdmê Lîseya Fenê ya Şukru Gelîş a li navenda Şirnexê ye,ji ber polîs lê hatine bicihkirin, xwendekar neçar mane li yurda ji dibistanê dur bên bicihkirin. Hat hînbûn ku îdareya dibistanê ji xwendekaran re gotiye ‘Bila agahiya kesî ji vê tune be’.   *Çandina pembû ya ku çavkaniya herî girîng a Şirnexê ye, berhevkirina wê dest pê kiriye. Meryem Okur a ji bo komkirina pembû hatiye wiha dibêje: “Ne em ne jî xwediyên pembû heqê keda xwe nagirin.” BI DMÎMEN