Banga alîkariyê ya mirovên li Kampa Rojhilatê Minbicê 2018-10-20 09:21:32   Stêrvan Bêrîtan   MINBIC - Jinên ku di Kampa Rojhilatê Minbicê de bi cîh bûne anîn ziman ku ew zivistanê di rewşeke xerab de pêşwazî dikin û pir pêwîstiyên wan hene û banga alîkariyê kirin.    Mirovên Kampa Rojihilatê Minbicê ya ku ev bû du sal bi derfetên kêm zivistanê pêşwazî dike îsal jî dê bi dijwarî zivistanê pêşwazî bike. Jinên kampê anîn ziman ku rêxistinên alîkar weke berê alîkariya wan nake û gotin ku pêdiviya wan bi amûrên zivistanê hene.   'Rewşa me ya aborî xirab e'   Li ser rewşa kampê jina bi navê Radiya Minîr ya ku ji Dêr Hafrê koç kiriye û li Kampa Rojhilatê Minbicê de bi cîh bûye diyar kir ku ew di rewşeke xirab de li kampê dijîn û pêdiviyên wan ên jiyanî pir in û wiha got: "Berî çend rojan baran bariya konên me hemû tije av bûn, ji ber ku konên me hemû kevn bûne  pêwîstî bi guhertina wan heye. Rewşa me ya aborî xirab e. Pêdiviya me ji alîkariyê heye. Ez nikarim debara xwe û zarokên xwe bikim, ji ber vê yekê jî ez pir  deyîndar im û gelek pêwîstiyên min hene. Em bang dikin ku Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî alîkariya me bikin."   'Gelek pêwistiyên me çê bûn'   Her wiha jina bi navê Meryem Elî ya ji Meskenê koç kiriye jî bi lêv kir ku ew nûh hatiye kampê û wisa pê de çû: "Li Meskenê kar nebû û ji me re gotin li vê kampê kar heye û alîkariyê didin penaberan, lê dema ku em hatin gelek pêwîstiyên me çê bûn. Banga me ji rêxistinên alîkar re hene ku bi penaberan re bibin alîkar û pêdiviyên wan bi cih bînin."   'Em bi tirseke mezin zivistanê pêşwazî dikin'   Sara Mehemed Fewaz jî diyar kir ku jiyan li vir pir zehmet e û wiha  domand: "Em li vir pir bi zehmetiyên jiyanî re rû bi rû dimînin. Zivistan li pêşiya me ye û gelek pêwîstiyên me hene. Em bi tirseke mezin zivistanê pêşwazî dikin."   Sarayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku bi wan re bibin alîkar.