Zarokê ku di bin deriyê dibistanê de mabû jiyana xwe ji dest da 2018-10-08 11:17:47   KOCAELÎ - Zarokê bi navê Mehmet Ali Îşler ê ku di bin deriyê baxçeyê dibistanê de mabû jiyana xwe ji dest da.    Li Dibistana Turgut Reîs a li Navçeya Derince ya Kocaeliyê zarokê 7 salî yê bi navê Mehmet Îşler di bin deriyê baxçe de mabû. Mehmet Alî Îşler di 4'ê Cotmehê de dema ku li baxçeyê dibistanê dilîst deriyê baxçeyê dibistanê li ser ketibû.    Do hat hînbûn ku zarokê ku rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê zarokê 7 salî piştî nimêja ku li Camiya Navendê ya Derinceyê hat kirin şûnde li Goristana Çinarliyê hat definkirin.   Lêpirsîna derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin didome.