Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo Abdullah Ocalan semîner li dar xistin 2018-10-08 10:08:13   KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 20'emîn  salvegera komploya 9'ê Cotmehê seminerek li dar xist. Di semînerê de soza domandina têkoşîna li dijî hêzên komploger hat dayin.    Bi sedan jinên ciwan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) bi dirûşma 'bi rihê berxwedana Efrînê li hember komployê serî hildin' li gundê Elpelûrê ji bo semînera derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatin gel hevdu.    Semîner li mala ku Abdullah Ocalan lê mayî hat dayîn   Semînerê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Piştre jî endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yusif axivî û di destêka axaftina xwe de bal kişand ser daxwaziyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Rêber Apo xwest rastiya ku gelê kurd di nav de dijîn derxe holê. Her wiha bi taybet xwest fikrên ku dibêje 'jin tenê amûrek e' bişkîne. Rêber Apo got ku divê em jinan azad bikin û koletiyê têk bibin. Ji bo vê jî Rêbertî jin beşdarî şoreşê kir û xwest ku jinên kurd pêşengiya azadiya jinên cîhanê bikin."   'Azadiya jinê, azadiya Kurdistan û Rojhilata navîn e'   Dîlberê destnîşan kir ku azadiya Kurdistanê û Rojhilata navîn bi azadiyê jinê re misoger e û wiha domand: "Di dîrokê de gelek şoreş, serhildan û raperîn pêk hatine. Lê şoreşa Rêber Apo ji hemûyan cudatir e. Ji ber vê yekê jî rêber Apo got ku divê şoreşa me hemû Rojhilata navîn temsîl bike. Rêber Apo dibêje divê me şoreşa xwe ji tovên Kurdistanê dest pê bikin û li tevahiya Rojhilata navîn belav bikin. Tovên Kurdistanê jî jin in, lewra rêbertî di kesayeta jinan de dest bi rêxistinkirina civakê kir."   'Êdî bes e'   Dîlberê di dawiyê de banga têkoşîna azadiyê kir û wiha got: "Dewletên desthilatdar rêxistinbûyin û hêza gelê Kurd ji bo xwe wekî xetere dîtin, ji bo vê jî komployeke navdewlet di dîroka 9'ê cotmeha 1998'an pilan kirin. Ev komplo jî di encama lihevkirinên aborî û berjewendî de hat kirin û di encama wê de,  di 15'ê Sibata 1999'an de Rêber Apo hat girtin û ev 20 sal in di girtîgeha Îmraliyê de têkoşînê dike. Lê divê em jî li hember tecrîda giran a li ser rêber Apo têkoşîna azadiyê bidin meşandin. Em li hember zihniyeta dagirkerî jî dibêjin êdî bes e. Em dibêjin ji bê dengiyê û hêzên navneteweyî re êdî bes e. Em komploya navneteweyî şermezar dikin û em dibêjin bê Rêber Apo jiyan nabe."   Semîner bi dirûşmên 'Bê serok jiyan nabe' û 'Bijî serok Apo' bi dawî bû.