Her ku çekdariya takekesî zêde dibe, kuştinên jinan jî zêde dibin 2018-09-04 09:11:09   STENBOL - Koordînatora Weqfa Umut Ebru Îlke Bîngor diyar kir ku li Tirkiyeyê kuştinên jinan ji ber çekdariya takekesî ji sedî 80 pêk tê û got çareserî ev e ku li dijî şîdetê seknek civakî bê nîşandan.   Li gorî daneyên Weqfa Umut a li dijî çekdariya takekesî têdikoşe, li Tirkiyeyê bûyerên şîdeta kuştina jinan ji sedî 80’ê ji teqemenî û çekên tên bikaranîn pêk tê. Li cîhanê her sal 4 hezar û 500 kes ji ber çekdariya takekesî jiyana xwe ji dest didin û li gorî raporek din a weqfê, li Tirkiyeyê 20 mîlyon çek hene û ji van 2,5 mîlyon çek bi ruhsat û 17 mîlyon jî bê ruhsat in.   575 kesî jiyana xwe ji dest da   Çekdariya takekesî herî zêde bi şîdeta li ser jinê xwe dide der. Helîn Palandoken bi çeka ji ser înternetê hatibû sîparîşkirin hat qetiklirin. Weqfa Umut rapora xwe ya îsal hîna bi rayagiştî re parve nekiriye lê li gorî rapora sala borî di 8 mehên ewil ên 2017’an de hezar û 575 kesî ji ber çekdariya takekesî jiyana xwe ji dest daye.   Di sala 2017’an de Nurcan Demîroz jî bi dînamîtê hat kuştin û bi giştî di 9 mehên ewil de 272 jinî jiyana xwe ji dest daye. 147 jî bi giranî birîndar bûne. Di 8 mehên ewil ên 2016’an de jî 248 jinî jiyana xwe ji dest daye.   Di meha kanûna 2017’an de pir hatiye bikaranîn   Li gorî mehan a sala 2017’an di meha çile de li 17 bajaran 23 jin hatine kuştin û 20 heb ji ber çekan e. Di sibatê de li 24 bajaran 39 jin hatin kuştin û ji van 29 heb bi çekê hatine kuştin. Di Adarê de li 23 bajaran 35 jin bi çekê hatine kuştin. Di meha Nîsanê de li 17 bajaran 21 jin bi çekê hatine kuştin. Di Gulanê de li 22 bajaran 33 jin bi çekê hatine kuştin. Di hezîranê de li 23 bajaran 27 jin bi çekê hatine kuştin. Di Tîrmehê de li 24 bajaran 32 jin bi çekê hatine kuştin. Di Tebaxê de li 25 bajaran 29 jin bi çekê hatine kuştin. Di îlonê de 27 bajaran 40 jin bi çekê hatine kuştin. Di cotmehê de 28 bajarî 36 jin, di mijdarê de li 20 bajaran 29 jin, di meha Kanûnê de jî li 26 bajaran 40 jin bi çekê hatine kuştin.   Koordînatora Weqfa Umut Ebru Îlke Bîngor bi lêv kir ku şîdet nexweşiyek civakî ye û got: “Ne tenê jin her kes ji aliyê civakê li her derê rastî şîdetê tên. Ji tacîza zayendî bigirin heta tecawizê, heta lêdan û şîdetê, îşkence pêk tê. Em dibînin ku ev psigirêkek pir cidî ye.”   Ebruyê wiha got: “Divê sedema zêdebûna şîdetê bê lêkolînkirin, sedemên wê derkevin holê û xebatên ku şîdetê kêm dike bên meşandin. Divê ji bo civakek bê şîdet seknek civakî bê nîşandan.”