Jinên Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê: Em ê dest bi çalakiya bêîtiatiya sivîl bikin 2018-09-04 09:09:17   STENBOL - Jinên Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê diyar kirin ku tevî talîmata wezareta dadê kamerayên li koguşan hatine bicihkirin nehatine rakirin û ji ber vê yekê hevalan bûyer şermezar kirine û li ser vê yekê rastî cezayê hucreyê hatine. Girtiyan got ger binpêkirin bidomin wê dest bi çalakiya bêîtiatiya sivîl bikin.   Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê 22 girtiyên jin bi hevkariya parêzerên xwe nameyek şandin û binpêkirina mafan vegotin. Jinan di nameyê de gotin ji ber nehiştine kamerayên di koguşê de dîmen bigire rastî cezayê hucreyê hatine û tevî talîmata wezareta dadê ya rakirina kamerayan, kamera hîna li cihê xwe ne.   Her wiha di nameyê de hat gotin girtiyên diçin revîrê jî rastî gotina ‘psîkolojîk e, ji stresê ye’ tên û pirsgirêkên tenduristiyê nayên çareserkirin.   ‘Rêgeza jiyana taybet tê binpêkirin’   Di nameya ji aliyê jinan ve hatiye şandin de wiha tê gotin: “Di 06.08. 2018’an de em ji Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê anîn Tîpa R. wek hûn zanin ji bo girtiyên nexweş Tîpa R hatiye dîzaynkirin û li koguşa me 6 kamera û gelek paceyên şopandinê hene. Ev azadî û mafan asteng dike û li dijî rêgeza jiyana taybet e. Loma du hevalên me bi rayedarên saziyê re hevdîtin kirin û gotin divê kamera rabin. Me dîsa name şandin ji merciyên têkildar re. Me bersivek negirt. Li ser vê me jî serê kamerayan girt. Di vê pêvajoyê de wezareta dadê biryar girtiye ku kamera rabin. Lê ev biryar pêk nehatiye. Ji ber me serê kamerayan jî girt cezayê hucreyê dan hevalên me.”   Ferzkirina leşker a nîzamê   Di berdewamiya nameyê de hat destnîşankirin ku tevî divê rojên revîrê hefteyekê rojek be, di 20 rojan carekê de tên kirin û bijîşk ji her nexweşiyê re dibêje ‘psîkolojîk e, ji stresê ye’ û wan dişîne koguşê. Her wiha hat gotin di sewqkirinên nexweşxaneyan de jî leşker tekmîla nîzamî ferz dike.   ‘Tecrîda sîstematîk tê meşandin’   Nameyê wiha berdewam kir: “Rêziknameya girtîgehê ya 10 sal berê di 2004’an de hat rakirin bi OHAL’ê re dîsa pêk hat. Piştî OHAL’ê girtîgeh bi tena serê xwe bûn pergalek cezakirinê û girtiyên siyasî rastî pêkanînên giran tên. Mafê jiyanê tê binpêkirin. Midûrê girtîgehê nûnerên me bi awayekî kêfî qebûl nake. Hevdîtin û diyalogên me tên astengkirin. Ger mafên me neyên dayîn em ê dest bi çalakiyên bêîtiatiya sivîl bikin.”