'Li Kantona Şehbayê ji ber derfetên kêm nexweşî zêde dibe' 2018-09-04 09:02:14   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Xebatkarên Nexweşxaneya Gundê Babinêsê yê Navçeya Fafîna Kantona Şehbayê diyar kirin ku li Şehbayê ji ber derfetên kêm, kêmasiya dermanan, germahî û gemara hewayê nexweşî her ku diçe zêde û belav dibe û gotin ku divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî vê yekê bi awayekî hestiyarî tev bigerin.    Xebatkarên Nexweşxaneya Gundê Babinêsê yê Navçeya Fafîna Kantona Şehbayê diyar kirin ku li Şehbayê ji ber derfetên kêm, kêmasiya dermanan, germahî û gemara hewayê nexweşî her ku diçe zêde û belav dibe û gotin:"Tevî hemû derfetên kêm em hewl didin ku alîkariya gelê xwe bikin. Lê divê cîhan li dijî vê yekê bêdeng nemîne û dengê gelê Şehbayê bibihîsin."   Xebatkara Nexweşxaneya Gundê Babinêsê Nûr Ehmed diyar kir ku ava gel vedixwe jî ne paqij e loma nexweşî derdikeve holê û wiha got:"Zarokên ku tên nexweşxaneyê bêtir ji ber zikêşê ye û ev yek jî bêtir ji ber ava ne paqej pêk tê. Her wiha ji ber kêmasiya dermanan jî nexweşî çê dibe û belav dibe. Dermanên ku bi alîkariya Komîteya Tendirustiyê ya Kantona Şehbayê tê peydakirin têrî nexweşiyan nake. Loma di vî warî de pirsgirêk tên jiyîn. Em bang li hemû kesên cîhanê dikin ku li dijî mafê mirovan ên herî rewa ku yek jê tenduristî ye, hestiyar tev bigerin."   'Nexweşiya zerikê ji sedî 50 belav bûye'   Xebatkara Nexweşxaneya Gundê Babinêsê Sêvîn Rifet Sîdo da zanîn ku nexweşiya zerikê ji sedî 50 belav bûye û got:"Ger derfetên ji bo tunekirina nexweşiyê nê avakirin dê nexweşî bêtir belav bibe. Tevî hemû derfetên kêm em hewl didin ku alîkariya gelê xwe bikin. Lê divê cîhan li dijî vê yekê bêdeng nemîne û dengê gelê Şehbayê bibihîsin. Li Şehbayê ji ber derfetên kêm, kêmasiya dermanan, germahî û gemara hewayê nexweşî her ku diçe zêde û belav dibe. Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî vê yekê bi awayekî hestiyarî tev bigerin."