ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-04 09:00:00   *Xebatkarên Nexweşxaneya Gundê Babinêsê yê Navçeya Fafîna Kantona Şehbayê diyar kirin ku li Şehbayê ji ber derfetên kêm, kêmasiya dermanan, germahî û gemara hewayê nexweşî her ku diçe zêde û belav dibe û gotin ku divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî vê yekê bi awayekî hestiyarî tev bigerin. DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kampa Serdemê bi cih bûn diyar kirin ku ji bo Efrîn rizgar bibe wan her tişt dane ber çavên xwe û wiha gotin:" Efrîn a me ye ew ê tu car nebe ya dagirkeran." DÎMEN HEYE   *Gelê Sûrê diyar kirin ku şaredariya ku qeyûm tayînî wê bûye xizmetê li taxan nameşîne û diyar kirin ku ji ber çop û bîhnê mirov nikare di kolanên Sûrê de derbas bibe.DÎMEN HEYE   *Jinên Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê diyar kirin ku tevî talîmata wezareta dadê kamerayên li koguşan hatine bicihkirin nehatine rakirin û ji ber vê yekê hevalan bûyer şermezar kirine û li ser vê yekê rastî cezayê hucreyê hatine. Girtiyan got ger binpêkirin bidomin wê dest bi çalakiya bêîtiatiya sivîl bikin.   *Koordînatora Weqfa Umut Ebru Îlke Bîngor diyar kir ku li Tirkiyeyê kuştinên jinan ji ber çekdariya takekesî ji sedî 80 pêk tê û got çareserî ev e ku li dijî şîdetê seknek civakî bê nîşandan.   * Nivîskar Yasemîn Elban tevî ku xwendin û nivîsandina wê tunebû jî ji derdorê çîrokên Kurdî guhdar kir û gelek berhemên nivîskî amade kir. DÎMEN HEYE   *Navenda Lêkolînê ya Jînoelojiyê, li Kobanê dewreya perwerdeya nû bi jinên siyasetmedar û yên di civaka sivîl de cih digirin re da destpêkirin. Di perwerdeya 5 rojan de wê li dijî texrîbatên kapîtalîzmê, çareserî çi ne wê bê nîqaşkirin.DÎMEN HEYE   *Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Halîme İşik di derbarê tecrîda girankirî de axivî û diyar kir ku wê Abdullah Ocalan ji girtîgehê derbixin û dawî li vî şerî bînin.DÎMEN HEYE   *Semîra Şukrî ya ku di 14 saliya xwe de tevî derfetên kêm hînî zimanê Kurdî dibe tîne ziman ku ger jin li zimanê xwe xwedî dernekevin nasname, dîrok û çanda gelekî dê tune bibe.DÎMEN HEYE