'Em azadiya Rêber Apo dixwazin' 2018-09-03 09:12:49   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Jinên Hesekê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Rêber Apo aştîxwaz e, divê demildest tecrîdkirina wî bi dawî bibe. Em ê her dem şopdarê rêya wî bin."   Jinên Hesekê bertek nîşanî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin:"Em azadiya Rêber Apo dixwazin."   Jina bi navê Hefa Cûdî diyar kir ku heta Abdullah Ocalan azad nebe dê aştî pêk neyê û got:"Rêber Apo aştîxwaz e, ew li dijî qirkirin, kuştin, û şer e. Ew bi felsefeya xwe dixwaze ku aştî û azadiyê pêk bîne. Lê dewleta tirk tenê berjewendiya xwe difikire û tecrîda giran li ser Rêber Apo ferz dike. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê heta dawî ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."   'Felsefeya Rêber Apo riya me ronî dike'   Jina bi navê Hemdiya Yûsif jî da zanîn ku felsefeya Abdullah Ocalan aştî û azadiyê li ser gelan ferz dike û wiha got:"Rêber Apo aştîxwaz e, divê demildest tecrîdkirina wî bi dawî bibe. Ji ber ku Rêber Apo mirovekî zana û azadîxwaz e loma em azadiya Rêber Apo dixwazin. Em ê her dem şopdarê rêya wî bin."