Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê 2018-08-31 09:14:10   ÊLIH- Girtiyê bi navê Medenî Varol yê li girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê dimîne, 3 meh e nabin nexweşxaneyê.   Li Tirkiyeyê li girtîgehan 410 jê bi giran, hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Li girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê girtî di bin şert û mercên giran de dijîn.   Xwişka Medenî Varol yê li girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê dimîne, Ruken Val diyar kir ku rewşa birayê wê giran bûye û bi birîna sê guleyan li girtîgehê tê girtin û wiha got: “Em hewl didin biçin hemû hevdîtinan. Her carê em rastî zextan tên. Birayê min du sal berê hat girtin. Sê gule lê ketibûn. Beyî dermankirin xistin girtîgehê. Ev sê mehe wî qet nabin nexweşxaneyê. Rewşa wî her diçe xerab dibe.   ‘Leşker lêgerînê dikin’   Rukenê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li girtîgehan gelek nexweş hene û wiha pê de çû: “Heta niha girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê çend caran hat rojevê. Girtî pirsgirêkên cidî dijîn. Nayên dermankirin. Nabin nexweşxanê û revîrê. Koxuşên wan, xwarinên wan gelek xerabin. Baş xwedî nabin. Cezayên hucreyê didin wan. Malbat du sê caran tên lêgerînkirin di hevdîtinan de. Ligel vê girtî jî tên lêgerîkirin. Lêgerîn jî ji aliyê leşkeran ve tê kirin. Ligel vê leşker bi awayekî sîstematîk bi ser koxuşan de digirin. rojname û name bi kêfî tên komkirin.”