'Zimanê Dayikê hebûna me ye' 2018-08-31 09:01:42   Ronîda Hacî    TIL TEMIR - Rêvebira Dibistana Bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê Eyhan Yûnis da zanîn ku xebat û xizmeta ji bo Zimanê Dayikê peywirek pîroz e û got:"Zimanê dayikê hebûna me ye divê em li hebûna xwe xwedî derkevin."   Rêvebira Dibistana Bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê Eyhan Yûnis derbarê girîngiya zimanê dayikê û pirzimaniyê de got:"Divê mirov di destpêkê de li zimanê dayikê xwedî derkeve û piştre hînî zimanên cuda bibin ku di warê pêşketinê de gavên girîng bên avêtin."   'Bi têkoşînek mezin em li Zimanê Dayikê xwedî derdikevin'   Eyhan Yûnis anî ziman ku ew bi taybetmendiyek cuda nêzî zimanê dayikê dibin û got:"Zimanê Dayikê hebûna me ye. Loma divê mirov di destpêkê de li zimanê dayikê xwedî derkeve û piştre hînî zimanên cuda bibin ku di warê pêşketinê de gavên girîng bên avêtin. Zarokên ku bi zimanê dayika xwe perwerde dibin bêtir ji xwe bawer in, hîn jêhatî û serkeftî ne. Loma divê di destpêkê de em li zimanê xwe xwedî derkevin. Em bi têkoşînek mezin li zimanê dayikê xwedî derdikevin. Çimkî xwedîderketina li zimanê dayikê xwedîderkitina li dîrok, çand, huner û hebûna xwe ye. Em zarokên xwe li gor vê rêgezê perwerde dikin. Lê dema ku em zarokên xwe perwerde dikin em hewl didin ku zarok zimanên din jî hîn bibin. Çimkî zarokên ku ji zimanekî bêtir zimanan zanin hîn serkeftî ne. Xeyalên wan bêtir pêş dikevin û hîn çalak in."   'Em li zimanên din jî xwedî derdikevin'   Eyhanê da zanîn ku ew ne tenê li zimanê Kurdî di heman demê de li zimanên din jî xwedî derdikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Mafê hemû kesî heye ku bi zimanê xwe biaxive û perwerdeyê bibînin. Loma niha li peymangeh û dibistanên me bi zimanê Kurdî û Erebî perwerde tê dayin. Em hewl didin ku Suryan û Aşûr jî hemû beşdarî vê perwerdeyê bibin û li zimanê xwe xwedî derkevin. Em dixwazin gelên din jî li zimanê xwe xwedî derkevin û ji pişaftinê rizgar bibin. Xebat û xizmeta ji bo Zimanê Dayikê peywirek pîroz e. Zimanê dayikê hebûna me ye divê em li hebûna xwe xwedî derkevin. Ji ber ku zimanê dayikê nasnameya gelan e loma em bang li hemû gelan dikin ku xwedî li zimanê xwe derkevin."