Ayten Ozturk di bin çavan de bi îşkenceya giran re rûbirû maye 2018-08-30 11:23:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat aşkerakirin ku Ayten Ozturk a li Lubnanê di 8'ê Adarê de hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin li Şaxa Siyasî ya Enqereyê tê girtin.  HHB'ê jî diyar kir ku Ayten 6 mehan di detê kontrgerîla de mayê û bi îşkenceya herî giran re rûbirû maye.   Hat aşerakirin ku Ayten Oztur a di 8'ê Adarê de li balafirgeha Lubnanê hat binçavkirin û ji wê rojê û şûnde tu agahî jê nehatiye girtin li Şxa Siyasî ya Enqereyê tê girtin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) ve derbarê mijarê de hat dayîn de hat diyarkirin ku Aytenê 6 mehan di destê kontrgerîla de maye û bi îşkenceya herî giran re rûbirû maye. Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Gel wiha ye: "Muwekîla me Ayten Ozturk, di 8'ê Adarê de li balafirgeha Lubnanê hat binçavkirin û di 13'ê Adarê de jî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Aytenê ji 13'ê Adarê heta 28'ê Adarê di destê Kontrgerîla de maye. Aytenê ji ber ku hevkarî red kiriye bi her cureyê îşkenceyê re rûbirû maye."   Ceryan, ava şid û falaka!   HHB'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de aşkera kir ku li bedena Aytenê şopên şewatê hene, bi ceryanê, girtina esqiyê û bi îşkenceya falakayê re jî rûbirû hatiye hiştin. Herwiya HHB'ê anî ziman ku ji Aytenê re hatiye gotin, "Kesek pirsa te nake" û îşkenceya psîkolojîk jî lê hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku aytenê 22 kîlo dane û gelek zaîf bûye.   Kontrgerîla ew radestî polîs kiriye!   Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ayten Ozturk di 28'ê Tebaxê de ji cihê li dima hatiye girtin û pişît rêwîtiyeke saete û nîvekê li eraziyeke vala hatiye danîn û polîsên Şaxa Siyasî yên Enqereyê Aytenê ji vê eraziyê girtiye."