Şîdeta li ser jinê: Jinek bi giranî birîndar bû 2018-08-26 10:24:08   ISPARTA - Li Ispartayê mêrê bi navê Tarkan Z., Leyla Z. bi giranî birîndar kir.    Li Kuçeya Çunurê ya Ispartayê mêrê bi navê Tarkan Z.(44), do bi şev îşkence li Leyla Z. kir û ew bi giranî birîndar kir. Piştre Tarkan Z. xwest ku intihar bike. Ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê Leyla Z. û Tarkan Z. rakirin nexweşxaneyê.   Hat diyarkirin ku talûkeya jiyanê ya Leylayê tune ye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.