Hêrsa dewletê li dijî qîrîna bêdeng û qurnefîla ku hişk nabe ye 2018-08-26 10:08:46   Safiye Alagaş    STENBOL - Dema ku mirov bi rewşa xwe qayîl be mirov dest ji têkoşînê berdide. Bi sedan winda û bi sedan kesên ku li wan digerin. Dayikên Şemiyê yên ku 700 hefte ye li xizmên xwe yên winda digerin. 23 sal in, 700 hefte ye nikarin eqûbeta xizmên xwe yên ku hatin binçavkirin û pişter jî hatin windakirin qebûl bikin. Ji ber ku eqûbeta xizmên xwe qebûl nakirin têkoşîna wan didome. Ev dayik ji ber ku dest ji lêgerîna edaletê bernadin, hêvî, berxwedan û baweriya wan roj bi roj zêdetir dibe.   Dayikên Şemiyê 700 hefte ye bêyî ku bibêjin êdî bes e her hefte bi awayê bê deng çalakiya xwe ya rûniştinê li dar dixin. Lê çalakya wan a girsyeyî ya hefteya 700'emîn ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat qedexekirin. Polîs li dijî kesên ku xwestin bên qadê hem bombeyên gazê bi kar anî hem jî guleyên plastîk.  Ji aliyekî din ve jî kom ber bi hundirê pasajê ve daf dan. Di nav vê rageşiyê de, yek ji Dayikên Şemiyê bi destequrnefîla di destê xwe de li kêlekê sekiniye û li hovîtiya ku tê kirin mêze dike.   Ev dewlet hîna neguheriye   Qurnefîlên ku her hefte tînin piştî çalakiyê li ser pankarta ku wêneyên windayan li ser in tên danîn. Dayika Şemiyê destequrnefîlên xwe di destê xwe de girtiye û li hovîtiya ku polîs dikin temaşe dike. Bêyî ku destequrnefîla di destê xwe de berde, her ku polîs êrîş dike xemgînî, êş û hêrsa wê jî xwe di çav û ruyên wê de bêhtir dide der. Dema ku li tişta tê kirin mêze dike êrîşên berî bi 23 salan ên li dijî çalakiya wan tên ber çavên wê. Ji xwe dipirse gelo ji wê rojê heta îro çi guhertin heye. Ji îfadeya li ser rûyeê wê xiwa ye ku dibêje "Wekî ku em sûcdar bin em tên binçavkirin, nivşek li vê qadê mezin bû. Gelek kesên li vê qadê bêyî ku xizmên wan ên winda bên dîtin jiyana xwe ji dest dan. Zarokên ku mezin bûn mîrasa berxwedan dewr girtin. Lê ev dewlet neguherî. Hîna bi co li me didin û me binçav dikin .Wê ev zilm û êş kengî biqede gelo. Wê kengî edalet pêk bê"  Dema ku min ev hemû tişt ji çav û rûyê wê dixwendin, wê bi carekê re keserek hilda û bi destequrnefîla di destê xwe de berê xwe da cem Dayikên Şemiyê yên ku li pasajê bûn.   Wê ev lêgerîn qet bi dawî nebe   Gelo wê Dayikên Aştiyê hîna çend hefteyan li zarokên xwe bigerin?  wê çen sed hefteyan biqîre?  Wê hîna çend hefteyan li edaletê bigerin? Ev qad û ev lê gerîna edaletê wê qet bi dawî nebe. Belê rast e, ev polîtîkaya dewletê ya di bin çavan de winda dike berdewam dike. Polîstîkaya dewletê ye ji ber ku kesên li xizmên xwe digerin tên binçavkirin, bi gaza îsotê êrîşî wna tê kirin û bi tundiya dewletê re rûbirû dimînin. Çalakiya Dayikên Şemiyê a bêdeng ji aliyê dewletê ve tê qedexekirin. Ev polîtîkaya dewletê ye û tê xwestin ku ev çalakî bi tenê bê hiştin.   Wê Qada  Galatasarayê ji hatina edaletê re şahidiyê bike   Ev 23 sal in ji vê qîrîna bêdeng ditirsin û dixwazin ku bêdeng bikin. 23 sal in ku dixwazin mirovan hînî bê edaletiyê bikin û hêviya wan bişikînin. Lê ev 23 sal in bi ser neketin. Ji ber vê ye ku li ber çavê çapemenî û hemû mirovan li dijî jinan, bîr û kalan tundî bi kar anîn .Hêrsa dewletê li dijî qêrîna bêdeng û qurnefîla ku hişk nabe ye.