ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-26 09:00:00   *Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, mijara radestnekirina cenazeyên PKK’iyan û neavakirina mala şînê nirxand û diyar kir ku ew vê zilmê qebûl nakin û wê xwedî li cenazeyên xwe derkevin.   *Aborînas Emîne Sozudogru, diyar kir ku krîza aborî ji ber polîtîkayên şaş yên destilatdariyê pêk tê û dolarên ji Katarê tên bi menşeya DYA’yö tên û fatura krîzê wê li jinan bê birîn. DÎMEN HEYE   *Erzade Yalçintaş a 95 salî ku li dijî lêgerîna madenê ya li Cerattepe derdikeve wiha got: “Dixwazin bila me bigirin. Ger Artvîn xilas dibe bila me bigirin.” Hazînder Aksakal a 89 salî jî daxuyakirin ku wê heta dawiya jiyana xwe Artvînê biparêzin.DÎMEN HEYE   *Helbestkar Şahîra Heyder ku ji zarokatiya xwe heta niha helbestan dinivîse diyar kir ku jin gerdûn bi xwe ye û divê em li ziman, wêjê û li gerdûna xwe xwedî derkevin. DÎMEN HEYE   *Dema ku mirov bi rewşa xwe qayîl be mirov dest ji têkoşînê berdide. Bi sedan winda û bi sedan kesên ku li wan digerin. Dayikên Şemiyê yên ku 700 hefte ye li xizmên xwe yên winda digerin. 23 sal in, 700 hefte ye nikarin equbeta xizmên xwe yên ku hatin binçavkirin û pişter jî hatin windakirin qebûl bikin. Ji ber ku equbeta xizmên xwe qebûl nakirin têkoşîna wan didome. Ev dayik ji ber ku dest ji lêgerîna edaletê bernadin, hêvî, berxwedan û baweriya wan roj bi roj zêdetir dibe. BI DÎMEN